ŞEHBA – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanî bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, bi rêxistinbûyîna Jinan ve ber bi jiyana azad ve” Yekîtiya jinên ciwan yên kantona Efrîn û Şehba îro çalakî lidar xistin.
Daxuyaniyeke li meleba Babinês hat xwendin. Di daxuyanîyê de 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar yên Cîhanî hat pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hatiyê bal kişandin ser serhildana jinan a li rojhilatê Kurdistan. Ji bilî wê, jinên ciwan soza xwe dan ku ew ê têkoşîna jinê ya dîrokî bidomînin.
Di çalakî ye de alên Rêber APO û Yekîtiya jinên ciwan hatin bilid kirin û bi diruşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok APO” zindî kirin.