HELEB – Bi dehan lîstikvanên Yekitiya Werzîşê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Stada Berxwedana Şêxmeqsûdê ya li herêma Şiqêf kom bûn.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Canxweş daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Meha Adarê ji bo me meheke dîrokî ye. Meha Adarê bi berxwedanê dagirtî ye. Beriya 19 salan mîna vê rojê rejîma Baasê komkujiyeke li Stada Qamişlo li dijî Kurdan pêk anî. Armanc ji vê komkujiyê ew e ku fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de biafirîne, gelê Kurd tune bike û bê îrade bihêle. Di encamê de bi dehan Kurd şehîd bûn û hejmarek birîndar bûn. Li vir gel li hemberî desthilata serwer serî hilda. Ciwanên Qamişlo rola xwe di vê serhildanê de lîstin û daketin qadên serhildanê. Serhildana ku çirûska wê ji Qamişlo pê ket li herêmên Rojava belav bû û gihişt armancên xwe. Serhildan ji komkujiyê re bû bersiveke xurt. Beriya çend rojan an ku 6ʹê Adarê li Bursayê êrişî tîma Amedspor hat kirin. Netewdewlet bi vê êrişê xwestin komkujiya Qamişlo dûbare bikin, lê bi bin ketin.
Em ciwanên şoreşger ên Sûriyeyê soza tolhildana şehîdên xwe, pêkanîan projeya neteweya demokratîk û rizgarkirina tevahî gelan didin. Em ê nesekinin, em bê bi hemû rêbazan têkoşînê mezin bikin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê maçeke futbolê hat lîstin û diyarî giyanê şehîdên serhildanê hat kirin.