AARAÛ – Ciwanên Kurdistanê yên li bajarê Aarau yê Swîsreyê hatin cem hev, çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û diyar kirin ku ew tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO qebûl nakin.
Ciwanên ku li kolanên Aarau meşiyan bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Terorîst Erdogan” û “Ciwan parastvanê APO” berz kirin.
Ciwanên ku têkildarî çalakiyê daxuyanî dan, destnîşan kirin ku êdî sebra wan nemaye û weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn divê li her derê li dijî vê rewşê rabin ser piyan.
Ciwanan diyar kirin ku çareseriya karesatên li Kurdistan û Rojhilata Navîn li Îmraliyê dîl tê girtin, bertekên xwe anîn ziman ku haya her kesî ji vê rewşê heye, lê kes dengê xwe dernaxe.
Çalakiya ciwanan bi banga mezinkirina têkoşînê bi dawî bû.