NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişa bi gazên jehrî ya li ser dibistanên keçan di dome. Di beramber de jî berpirsên Wezareta Perwerdê ya Îranê îdia kirin ku ti pirsgirêkek li dibistanan nine.
Duh jî li hin bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan hatin kirin. Ji ber êrişan gelek xwendevan bi jehrî bûn û rewşa wan a tendirustî xirab bû. Duh li gundê Bêsaran a ser bi devera Jarewu ya parêzgeha Sine bi gaza jehrî êrişê dibistanek ya keçan hat kirin.
Nêzî çar mehin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê dibistanên keçan tên kirin û heta niha herî kêm 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran xwendevan bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyan.
Heta niha rayedarên rejîma Îranê derbarê êrişan de ti daxuyaniyek zelal nedane. Tenê îdia dikin ku wan nêzî 100 kesan bi tometa tevlî êrişên bi gazên jehrî bûne binçavkirine.
Herî dawî Wezîrê Perwerdê ye Îranê Yusuf Nurî di daxuyaniyek de îdia kir ku ti pirsgirêkek li dibistanan nine û xwendekar dikarin bêy tirs herin dibistanan.
Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişan berfireh dibin. Divê çarçoveyê de duh li Newzland, Kanada, Emrîka, Swêd, Îtalya, Fransa, Danîmarka, Elmanya û çend welatek din Kurdên Rojhilat û hemwelatiyên Îranê li dijî êrişên bi gazên jehrî çalakî lidarxistin. Piştgiriya xwe bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re nîşandan.
Li aliyê din li Zanîngeha Elame ya li Tehranê li 30 xwendekarên ku li dijî êrişên bi gazên jehrî nerazîbûn nîşan dabûn, ketina wan a zanîngehê hat qedexekirin.
Çavkanî: RojNews