ÎZMÎR – Li Îzmîrê serê sibehê di serdegirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin. Li gorî agahiyan heta niha herî kêm 13 kes hatin destgîrkirin û ji bo kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Şaxê TEM’ê ya Çankayayê.
Kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Rêveberê Bajarê Îzmîrê yê HDP’ê Mahsûn Koç, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Mehmet Sabrî Gul, rêvebera HDP’ê Hediye Korkût, Edîbe Sîncar, Gulîzar Dag, Nufûsa Ataç, Famîle Ari, Elfedîn Kol û Dayikên Aştiyê Sûltan Yagmekan, Hanîfe Gumuş, Ayten Gulmez, Zeynep Çelîk, Fatma Surme (xizma girtî).