EFRÎN – Li Efrîn dagirkirî, sûcên guhertina demgorafiyê, qirkirina xwezayê û talankirinê bê navber dewam dikin.
Çavkaniyên xwecih da zanîn ku çeteyên Feyleq El Şam ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê 50 darên zeytûnan birîne.
Li gorî çavkaniyan, darên hatine birîn ên welatiya bi navê Zekiye Mîrzo ne.
Duho jî hatiyê ragihandin kû, çeteyên El Hemze yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Gewrika yê navçeya Cindirêsê ya Efrîn a dagirkirî, darên zeytûnê yên Mihemed Teter birîn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyan 80 darên zeytûnê yên di zeviya navbera gundê Tilifê û navenda navçeya Cindirêsê de birîne.
Ji dema ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatiye dagirkirin, talankirina xwezayê, revandina mirovan, êşkence, kuştin û guhertina demografiya herêmê bûne kiryarên rojane li Efrînê.