HESEKÊ – Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ciwanek û birayê xwe bi şaştî derbasî çargoşeya ewlekariyê ya Hesekê dibin û hêzên Hikûmeta Şamê wan gulebaran dike.
Di encamê de ciwanê bi navê Emar Mistefa jiyana xwe ji dest dide û birayê wî bi birîndarî ji hêla ewlekariya siyasî ya Hikûmeta Şamê ve tê girtin.
Ronahî TV têkildarî vî ciwanê agahî bi dest xistin û derket holê ku ew ciwan bi eslê xwe ji Idlibê ye û di rewşa heyî de malbata wî li Reqayê rûdinê.
Li gor agahiyên Ronahî TV, ev ciwan û birayê xwe bazirganiya pêwîstiyên telefonan dikirin û bi şaştî derbasî çargoşeya ewlekariyê dibin.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku bi rêya Hêzên Asayîşê, cenaze bo malbata wî hat radestkirin