NAVENDA NÛÇEYAN – Koma Kampanyaya Çalakvanên Belûç ragihand ku Pasdarên Îranê êrîşî xelkê Mirabad û Mordadabadê yên ku li Xaniyên Şebana û taxên Çabeharê dijîn kirin. Komê ragihand ku pasdaran malên gel bi vîncê hilweşandin û şewitandin.
Der barê hilweşandina malên gel û şewitandina wan de ji aliyê Pasdarên Îranê ve ti daxuyaniyek fermî nehat dayîn.