NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herdu şervan Cûdî Welat û Qehreman Qamişlo ji ber qezayekê di dema perwerdeyê de şehîd bûne.
Daxuyanî wiha ye:
“Di dewreyeke perwerdeyê ya hêzên me de; ji ber qezayekê 2 şervanên me gihîştin asta şehadetê; Mihemed Mahir Hemewî (Cûdî Welat) û Îmad Îbrahîm (Qehreman Qamişlo) ne.
Hevrêyê me Cûdî di demeke zû de tev li hêzên me bû û di gelek cengên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de beşdar bû, wî berxwedaneke hêjayî gel û hêzên wî da meşandin û gihîşt astên girîng di pêşengtiya hêzên me de, ew ji bo me nimûneya şervanê sozdar bû.
Hevrêyê me Qehreman jî xwedî moralên bilind bû, her tim ji bo hevrêyên xwe alîkar û piştgir bû, ji ber jîrbûna xwe ya di danîna plan û taktîkên leşkerî de, wî cihê xwe di astên pêş de girt û di karê xwe de serkeftî bû.
Em soz didin gelê xwe û malbatên şehîdan ku rêya şehîdan bişopînin û têkoşîn û berxwedana xwe heta bidestxistina serkeftinê bidomînin.”
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Cûdî Welat
Nav û paşnav: Mihemed Mahir Hemewî
Navê dayikê: Nejdiye
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo 1997
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 4’ê Adara 2023
Nasnav: Qehreman Qamişlo
Nav û paşnav: Îmad Îbrahîm
Navê dayikê: Xezal
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo 1995
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 4’ê Adara 2023