NAVENDA NÛÇEYAN – Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ya li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan dijî desthilata Îranê destpê kirî bê navber dewam dike. Duh ciwanên Kurd li bajarên Sine, Kamyaran daketin kolanan û agir pêxistin. Ciwanan bê navber dirûşmeyên dijî desthilatê qêriyan.
Ciwanan demek dirêj rêya navbera Sine-Kirmaşanê de li trafîkê girtin û çalakiya xwe dewam kirin. Duh bi şev li gelek herêmên Tahranê jî çalakiyên nerazîbûnê hebûn. Di çalakiyan de êrişên bi gazên jehrî hatin şermezarkirin.
Li bajarê Meşhedê jî jin û ciwan meşiyan û çalakiyek nerazîbûnê dijî desthilata Îranê derxistin.
Zêdetirî sê mehin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê dibistanên keçan tên kirin. Duh li bajarokê Kanî Surî ya ser bi Sineyê, komek xwendevanên keç ji ber êrişa gaza jehrî rakirin nexweşxaneyê. Tê gotin li bajarê Mahşehîrê êrişa gaza jehrî li ser 2 dibistanan pêkhatiye.
Li aliyek din duh serokê desthilata Dadweriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 82 hezar kes ji biryara efuyê sûd girtine, ji wê hejmarê 22 hezar kes di dema xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin.