QAMIŞLO – Îro li Qamişlo Yekîtîya Xwendekaran ji raya giştî daxuyaniyekê lidarxistin û jehrîkirina xwendekarên Rojhilatê Kurdistans şermezar kir.
Di dayuxaniyeke ev tişt hatiye gotin:
“Ji destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve, xwendekar di gelek çalakiyan de pêşengtî kirine.
Lê bi qazên jehrî heya niha sê mehan bi awayekî guman li gelek dibistanan bûyerên jehrîbûnê rû didin. Polîtîkayek nû a jehrîkirinê li dijî xwendekara ketiye meriyetê. Ji dawiya meha mijdara 2022’yan ve di nêzî 60 dibistanên li bajarên cûda yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de bûyerên jehrîbûna xwendekar rû dane. Ji ber zêdebûna bûyerên jehrîbûnê tê gotin ku ne tiştek tesadufiye û ev êrîşek bi plankiriye li ser xwendekaran tê kirin.”
Di dawiyê daxuyaniye Xwendekarên Qamişlo bi kar anîna gazên jehrî li hember xwendekarên Rojhilatê Kurdistan şermezar kir û tevahî gelên Kurdistan kir, serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştgerî bidin. Endamên Yekîtîya Xwendekaran daxuyaniya xwe bi slogana ‘Bijî berxwedana Rojhilatê Kurdistan’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî kir.