REQA- Civîn bi deqeyek rêz girtin destpêkir. kar û xebatê salekê hat nirxandin. di civinê de meclîs hat nû kirin û berdevk hat lidar xistin. berdevkên ku hat hilbijartin ji ajansa me nuçe ciwan re axivîn.
Di axaftina xwe de wiha got;
“Navê min Emine Mihemed e ez berdevka Ragihandina Ciwana. Me îroj cîvîna xwe ya salane lidar xist. Di civînê de pirsgirêkê di salêkê de derketin li ser hate nîqaşkirin, li beramberê wê çareserî pêşketin. Bi vê re girêdayî rol misyona kesayeta ragihanvanan û plansazî hat nîqaş kirin. Li asta salê bê, kar çawa bê rêvebirin em bêjin ku pirsgirêk û kêmasîyên di salên berê de derbasbûne neyên dubare kirin di heman demê de, di beşa me ê dawî de plansazî derxistin. Me armancê xwe ya sala nû me dîyar kirin. Li gorî em dinirxînin vê salê, ev sal li gorî me tê wateya serkeftinê li beramberî vê salê çi erk û berpisyarê me heye ev xala gişti hat nîqaş kirin û plansazî hat derxistin û bi vî awayî me civîna xwe bi dawî kir.”
Berdevkê navê xwe Hesen jî wiha got;
“Navê min Hesen gedro berdevkê ragihandina Ciwanên Şoreşger
Îro civîna sale bû ya sala 2022 an. ‘’me bi ciwantî destpekir û emê bi ciwantî bi serkevin
Di civînê de rewşa siyasî û rewşa niha ya em têde derbas dibin û ya derve me niqaş kir û piştra rewşa kar û xebat hat nîqaş kirin.
Me plansazî derxist û peşînyar kir ji bo ragihandina ciwanan bihêztir bibe. Di civînê de pirsgirêkên ya sala çûyî bi mere derbas bûyî me çare jêre dit ji bo we me rexnedayine xwe da li hemberî serokati û Şehîdan. Di rojên pêşde ez û hevalên xwe zêdetir emê bixebitin.”