HESEKÊ- Di salvegera 12′yemîn a destpêkirina krîza Sûriyeyê de, Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk forumek bi beşdariya ciwanên partiyên siyasî û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dar xist.
Forum li avahiya Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk a Hesekê bi axaftina hevserokê meclisê Zana Mistefa dest pê kir
Mistefa behsa rola ciwanan di rêvebirina şoreşan de kir û got: “Di hemû şoreşên li cîhanê û yên gelan ji bo bidestxistina azadî û pêkanîna wekheviyê pêk hatine, rola ciwanan girîng bû. Krîza Sûriyeyê jî bi ciwanan dest pê kir. Lê bi sedema destwerdana derve û polîtîzakirina wê ji armanca xwe ya bingehîn derket.”
Mistefa wiha domand: “Girîng e li ser rola ciwan, çawaniya gihandina çareseriyê û pêkanîna xwestekên gelê Sûriyeyê bê axiftin, her wiha li ser beriya krîzê, bandor û sedemên wê bê axaftin.”
Zana Mistefa diyar kir kuivê xebat ji bo çareseriyê were kirin. Her wiha erka ciwanan e ku ji bo Sûriyeyê û gelê wê bixebitin, bigihînin çareseriyeke siyasî ji tevahî pêkhateyan re dûrî tevlêbûnên partiyetê.
Dûre beşa yekemîn forumê dest pê kir. Beşa yekemîn bi sernavê “Qonaxa dîrokî ya Sûriyeyê beriya rejîma Sûriyeyê were ser desthilatê, dema desthilatê, çewisandina azadî û rewşa ciwanan di wê qonaxê de” hate nîqaşkirin.
Wê beşa duyemîn jî, li ser “Şoreşa 15′ê Adarê, destpêk, pêşengiya ciwanan, bandorên hêzên derve û cîhanê, rola ciwanan di pêşengiya Şoreşa 19′ê Tîrmehê û heta niha de” were nîqaşkirin.
Beşa sêyemîn jî dê li ser “Rola Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk di pêşengiya ciwanan a gihandina ber bi çareya Sûriyeyî-Sûriyeyî de” were nîqaşkirin.
Tê payîn forumê bi encamnameyekê bi dawî bibe.