KOBANÊ- Bi dehan xwendekarên jin ên Zanîngeha Kobanê li pêşiya zanîngehê ji bo şermezarkirina êrişên bi gazên jehrî yên dewleta Îranê li dijî dibistanên keçan pêk tîne, daxuyaniyek da.
Di encama êrişên bi gazên jehrî yên ji Mijdara 2022`yan de, nêzî 8 hezar xwendekarên jin jehrî ketine, herî kêm 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Îranê hewl dide jinên beşdarî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bûne, bê deng bike, ji lew re bi taybetî êrişî jinan dike û wiha dom kir: “Di encama wan êrişan de heta niha bi sedan kes hatine qetilkirin, bi dehan hatine darvekirin, bi hezaran destgîr kirine, lê ruxmî wê jî serhildana bi pêşengiya xwendekaran berdewam e.”
Hat destnîşankirin ku mîna ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êrişî çiyayên Kurdistanê dike, dewleta Îranê jî bi gazên jehrî êrişî dibistanên xwendekarên keç dike.
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.