QAMIŞLO- Merasîma bîranînê li navenda çandê ya rojhilatê navçeyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, ewlekariyê û malbatên şehîdan hat lidarxistin.
Li cihê merasîmê wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Malbatan jî wêneyên zarokên xwe rakirin.
Endamê Meclîsa Malbata Şehîdan Ehmed El Xelef hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.
Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemrî jî soza mezinkirina têkoşînê heta bi pêkanîna armancên şehîdan da û bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwedî li projeya demokratîk derkevin.
Endama Kongra Star Hela El Casim jî bal kişand ser rola şehîdan a di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de û anî ziman ku parastina herêmê erka her kesî ye.