NAVENDA NÛÇEYAN- Kovara Ciwanên Welatparêz weke kovarek a çand û îdeolojiyê ya du mehan li ser platformên medyaya dîjîtal weşanê dike. Hejmarên meha Adar û Nîsanê ya kovarê derket.
Di kovarê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Apo ên li ser Newrozê, cih digirin.
Di beşa portreyê de jî, hevrêyê Şehîd Navdar Serhat ku sala 2017’an di berxwedana Efrînê de şehîd bû, bal dikîşîne ser têkoşîna wî ya jiyanê.
‘FIKRÊ AZAD Û ZANEBÛNA DÎROKÊ…’
Beşa duyem a nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernava “Zanebûna Dîrok, Rêbaza Herî Esas e ku Em Roja Îro Fêm Bikin” ku ji bo kovarê nivîsandiye, cih digire. Dûran Kalkan di nivîsa xwe de wiha dibêje: “Azadbûyîn girêdayî avakirina zanebûna xwe ya dîrokê û xwedîderketina li wê ye. Ji derveyî vê seknek azad û xwegihandina azadiyê teqez nîn e. Wê demê eger em têkoşîna azadiyê bi rê ve bibin, azadiyê bi dest bixin û weke jiyanek teqez derxînin holê, divê em bizanin ku di navenda vê de fikrê azad, zihniyeta azad; di navenda vê de jî zanebûna dîrokê cih digire.”
Baz Mordem jî bi nivîsa xwe ya bi sernava “Ciwanên Kurd wê Serhildanê Pêş bixin” diyar dike ku serhildan wê bi pêşengiya ciwanên Kurd çêbibin.
Di kovarê de gelek naverokên dewlemend jî hene. Hûn dikarin bi van lînkan xwe bigihînin kovara Ciwanên Welatparêz:
https://komalen-ciwan.com/category/yurtsever-genclik