BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku gelê Kurd di vê hilbijartinê de îradeya diyarker e û got, “Li qada siyasetê ya Rojhilata Navîn jî xwedî îrade ye, li ser piyan e. Yê ku ketiye nava krîzê û li ber têkçûnê ye, dijmin e. Mîna ku tê dîtin, nikarin gelê Kurd ji holê rakin. Xeleke qirkirinê ya li gelê Kurd tê ferzkirin hatiye qutkirin. Bi berxwedanê yekane rê hatiye destnîşankirin, ew jî rêya çareseriyê ye.”
2 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Tecrîd û îzolasyon dewam dike. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?
“Beriya ku derbasî pirsa we bibim, dixwazim şehîdên me yên vê dema dawiyê bi bîr bînim. Dema dawî li Dersimê şerekî giran qewimî. Me şehîd dan. Beriya her tiştî fermandarên me yên hêja Yaşar, Şevger û Arjîn û hevalên me Roza û Nûman, di şexsê wan de jî hevrêyên me yên di çalakiya Metîna-Tepê Hakkarî de şehîd bûn, her wiha ji pêşengên jin ên azad hevrêya me ya hêja Raperîn Amed bi rêzdarî bi bîr tînim, di şexsê van hevrêyên hêja de soza ku me dane şehîdên xwe careke din dubare dikim. Em ê xwedî li soza hevrêtiyê derkevin, em ê peymana ku me bi şehîdên xwe re çêkirine bixin meriyetê, em ê doza wan bi ser bixînin.
Em li pirsa we vegerin; weke ku tê zanîn li ser Rêber Apo sîstemeke ku li cîhanê mînaka wê nîne, tê meşandin. Ev yek sîstemeke êşkenceyê ya psîkolojîk a kûr e. Armanca xwe jî qirkirina gelê Kurd e, meşandina siyaseta qirkirinê li Kurdistanê ye. Lewma li ser Rêber Apo êşkence û tecrîdeke bêmînak tê meşandin. Ew naxwazin dengê Rêber Apo bê bihîstin. Bi vî rengî dixwazin tevgerê tune bikin, siyaseta qirkirinê bixim meriyetê. Lewma sîstema Îmraliyê bi rêxistin dikin û bi cih tînin.
Lê belê kar û rêbazên Rêber Apo, her wiha sekna wî ya bi wate, ji dîwarên zindanê derbas bûye. Bandora fikir û nêrînên Rêber Apo îro ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê ye, di heman demê de li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav dibe. Fikir, paradîgma nû û xeta ku Rêber Apo destnîşan kiriye îro li çar aliyênc îhanê ji aliyê gelek hêz û derdoran ve tê nîqaşkirin û bi giranî tê qebûlkirin. Her kesên ku bi vî fikrî dihesin û naveroka wê fêhm dikin, balkêş dibînin û xwedî lê derdikevin. Herî dawî weke ku tê zanîn li Efrîkaya Başûr konferansek hate lidarxistin. Hevrêyên Mandela lê amade bûn û gotin, ‘Mandelayê Kurdistanê Abdullah Ocalan hevrê ye û em ê xwedî li azadiya wî derkevin’. Di vê çarçoveyê de biryar dan. Mîna vê gelek kar hatin kirin û wê hîn jî bêne kirin. Bi taybetî Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo li hemberî modernîteya kapîtalîst weke alternatîfekê di rojevê de ye. Ya herî girîng jî xeta jinê ya azad a ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêber Apo hate destnîşankirin, hem li nava jinên Kurd hêzeke mezin afirand û îradebûn pêk anî -bi esasî mirov dikare bibêje ku şoreşek pêk anî- hem jî weke ku Rêber Apo got, ev nirxandinên wî yên ku li cîhanê belav dibin heta niha ji aliyê ti rêber, zanyar û şoreşgerî ve nehatiye kirin. Di mijara jinê de gelek tişt yekemcar ji aliyê Rêber Apo ve hate bilêvkirin. Yanî di Têkoşîna Azadiyê ay Kurdistanê de azadiya jinê kir hîmekî esasî. Got, ‘Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe’ Tespîta wê yekê kir ku rol û mîsyona jinê ya li nava jiyana azad û xwezayî, sereke ye. Ji xwe di 8’ê Adarê de jî hate dîtin, jinên Kurd ji her kesî bêhtir xwedî li têkoşîna azadiyê derdikevin. Bi vê wesîleyê 8’ê Adarê li hevrêyan hemûyan, li Rêber Apo, li jinên Kurdistanî hemûyan û jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikim. Fikir û nêrînên Rêber Apo pêleke nû ye û îro li tevahiya cîhanê belav dibe. Li ser vê bingehê divê em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo êdî hîn bi xurtî bimeşînin. Dem hatiye ku Rêber Apo azad bibe. Em di vê astê de ne. Ne tenê li dijî tecrîdê (bêguman têkoşîna li dijî tecrîdê divê bê kirin) bi esasî divê em ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û pêngavên me jî divê li ser vê bingehê bin.”
Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Sûriyeyê erdhejên mezin qewimîn. Tê gotin ku dewleta Tirk demografiya bajarên Kurdan diguherîne. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?
“Beriya her tiştî her kesên ku di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim, bila rehma Xwedê li wan be, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane bila serê wan sax be. Bila serê gelên Kurd, Tirk û Ereb sax be.
Erdhej felaketeke mezin e. Vê felaketê zerareke mezin li gelê me kir. Em êşa gelên xwe bi her awayî parve dikin. Bêguman ji ber nebûna tedbîran, êş mezintir û girantir bû. Her welatên ku li ser xeta erdhejê ne, avahiyên xwe, bingehên avahiyan li gorî wê yekê amade dikin. Lewma li wan welatan ewqas mirov jiyana xwe ji dest nadin. Ev yek ne tenê ji bo welatên pêşketî yên mîna Japonyayê derbas dibe; mînak Şîlî jî li ser xeta erdhejê ye, aboriya xwe jî dibe ku ji ya Tirkiyeyê gelekî lawaztir be. Lê belê ji ber ku bingeha xwe bi xurtî danî, di erdhejên bi heman mezinahiyê de zêde mirov jiyana xwe ji dest nadin. herî zêde çend kes jiyana xwe ji dest didin. Lê belê li Tirkiyeyê çi dibe? Bi taybetî di van 21 salên dawî de rejîmeke dizek bûye desthilatdar. Dixwaze her tiştî bidize û xwe bêhtir dewlemend bike. Bi îhaleyan, bi muteahhîtan, bi efûkirina avahîdanînê qaseya xwe dadigire. Navê vê jî dikin ‘Lihevkirina Îmarê’. Lihevkirina çi! Avahî bi şaşî hatiye çêkirin, lê radibe dibêje ‘Ez efû dikim, lihevkirina îmarê radigihînim’. Ji ber vê yekê ewqas mirovên me di binê kavilan de man, kes xwedî lê derneketin. Amûrên ku karibin wan pê rizgar bikin nehatin peydakirin. Mirovên me bi rojan li êşên xizmên xwe guhdarî kirin ku di binê enqazan de mabûn û heta ku jiyana xwe ji dest dan neçar man li wan temaşe bikin. Ev yek bi rastî jî êşeke giran e. Em vê fêhm dikin û êşa gelê xwe hîs dikin.
Yekane kêmasiya di vir de ne tenê avanekirina binesaziyê û xwedîderneketinê ya ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve ye. Em lê dinihêrin; cihêkariyê jî dikin. Dibêjin gelê Kurd e, civaka Elewî ye, gelê Ereb e û bi vî rengî cihêkariyê dikin. Gelê me bi xwe vê dibêje; li ser ekranên televîzyonan anîn ziman. Gotin ‘Destpêkê alîkariyê dibin ji hinekî din re, piştre tên gel me’. Ev jî qewimî.
Wekî din, planeke dewleta Tirk a bi navê Şark Islahat hebû, ku dixwest bi vê planê Kurdistanê vala bike, Kurdan bihelîne, nirxên wan ji holê rake û gelê Kurd qir bike. Beriya niha Komkujiya Mereşê û bûyerên mîna wê di vê çarçoveyê de bi kar anîn, lê niha em dibînin ku vê erdhejê jî bi heman çarçoveyê bi kar tînin. Ji bo kes careke din venegere koçberiyê teşwîq dikin. Di vê mijarê de gelek fikar çêbûne. Siyaseteke bi vî rengî ya qirêj heye. Bi vî rengî dixwazin rojavayê Firatê ji Kurdan xalî bikin. Bila gelê me bi vê zanibe û kes cih û warê xwe neterikîne. Yên ku çûne jî divê vegerin. Em jî mirovên ji wê herêmê ne û baş nas dikin. Gelê me dilsozê xaka xwe ye. Divê dest ji warê xwe bernede, vegere û jiyana xwe ji nû ve ava bike. Rastiyeke ku di vê demê de derkete holê ev bû.
Ruhê netewebûnê di nava civaka me de hîn bêhtir bi pêş ketiye û xurt bûye. Di heman demê de hestên mirovî gelekî xurt in. Mînak erd hejiya; ji Amedê, ji Rihayê mirovên me tevî ku erdhejê bandor li wan jî kir, bi hawara Bazarcix, Elbistan, Semsûrê ve çûn. Jinên Kurd ji Serhedê, ji Botanê xwarin çêkirin û gihandin Meletiyê, Semsûrê. Ev yek ruhê civakîbûnê ye, ruhê netewebûnê ye; piştevaniyeke gelekî bi wate ye. Civaka me xwedî li hev derdikeve. Li Amedê, li Nisêbînê û li gelek deverên din gelê me xwedî li gelek mirovên xaniyên wan hatin hilweşandin derkevin û malên xwe dan wan. Bi kurtasî tê dîtin ku di nava civaka me de hestên mirovî û neteweyî xurt e û ev yek bi rastî jî hêjayî pîrozkirinê ye. Bêguman ev piştevanî divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Divê em ne li benda dewletan bin. Mejiyê netewe-dewletê xwedî li civakan dernakeve; tenê li desthilatdariya xwe difikire û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Lê belê bi ti awayî xwedî li gelê Kurd dernakeve. Divê em xwedî li hev derkevin; em hev xurt bikin. Em êşa hev parve bikin, birînên hev bipêçin. Bi vî rengî em dikarin netewebûna xwe bi pêş ve bibin. Heta niha hinekî bi pêş ket, ji niha û pê ve divê hîn xurtir bibe. Bi vî rengî em dikarin vê êşa giran sivik bikin. Bi dîtina min haya gelê me ji vê heye û careke din ji gelê me re dibêjim derbasî be, sersaxiyê dixwazim.”
KCK’ê ragihand ku ew mijara erdhejê ji aliyê mirovî û wijdanî ve dinirxînin û biryara rawestandina çalakiyan da. Gelo artêşa Tirk li gorî vê biryarê nêzîk dibe? Heta kengî hûn ê vê biryara rawestandina çalakiyan dewam bikin?
“Beriya her tiştî vê yekê bibêjim; biryara ku tevgera me wergirt biryareke di cih de ye. Nêzîkatiyeke civakî û mirovî ye. Biryargeha me jî ev yek pejirand û li gorî wê tevgeriya. Lê belê dewleta Tirk, hikumeta AKP-MHP’ê nêzîkatiyeke bi heman rengî nîşan neda. Êrîş dewam kirin. Tevî vê yekê jî hêzên me li gorî biryarê tevdigerin. Vê jî bibêjim: Di şerê heyî de yê li Krudistanê, dewleta AKP-MHP’ê xwe bi teknîkê diparêze û bi teknîkê êrîş dike. Lê belê bi demsala zivistanê re bandora vê teknîka dijmin bi giranî kêm dibe. Lewma ev rewş ji bo gerîla derfetan diafirîne. Derfetên êrîşê, lêdanê û tunekirinê pêşkêş dike. Ya rast Biryargeha me ya Navendî û qadên me yên şer hemûyan (bi taybetî Herêmên Parastinê yên Medyayê) di vê çarçoveyê de planên pêngava zivistanê kiribûn. Gelê me jî şopandiye; Li Girê Cûdî, Girê Hakkarî û Girê Amediyê di vê çarçoveyê de hin çalakî hatin lidarxistin û ev çalakî wê dewam kiribûna. Yanî di sala 2022’an de wê berxwedaneke gelekî dîrokî hatibûya kirin. Ev berxwedan serketî bû; rê neda pêkhatina armancên dijmin. Gerîla dixwest bi vê pêngava ku ji bo zivistanê plan kiribû, vê berxwedanê bi serketinê tacîdar bikira. Armanc û plana gerîla bi vî rengî bû. Lê belê piştî ku erdhej qewimî, ji ber rewşa ku gelên me kete nav, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê biryar da ku çalakî bêne rawestandin. Biryargeha me jî neçar ma ku planên xwe yên ji bo zivistanê amade kiribû, rawestîne. Bi kurtasî di demsala zivistanê de ji bo me derfet gelekî zêde ne. Ne mîna berê ye. Mînak, berê şer bi giranî havînê diqewimî, zivistanê disekinî. Lê belê niha me ev rewş dît û nirxand. Bi şêweyê hin biryarên me hebûn; ‘Dijminê me bi giranî bi teknîkê şer dike; zivistanê jî teknîk bi giranî bêencam e. Wê demê em jî divê zivistanê şer bikin’. Lê belê tam di zivistanê de erd hejiya, tevgera me biryar da ku çalakiyan rawestîne û gerîla jî ji neçarî çalakî sekinand.
Dijmin xwest sûdê ji vê werbigire. Mînak, li Bestayê êrîş kir, hevalên me şehîd xist. Her wiha êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam kir. Êrîşên li ser parçeyên din jî nesekinîn. Divê gelê me û raya giştî zanibe; em bi van hestên mirovî vê helwesta xwe dewam dikin, lê belê ne xema dewleta AKP-MHP’ê ye û hewl dide xera bike. Dixwaze timî şer bike. Yanî mirovahî bi vê dewletê re nîne. Ewqas mirov di binê kavilan de man. Li şûna ku bi hawara wan ve biçe û wan ji wir derxîne, êrîş dewam kirin. Ma ne Hûlûsî Akar gotibû, ‘Hûn dixwazin em leşkerên xwe ji Iraqê, ji Sûriyeyê vekişînin?’ Ji xwe erdhej û ev şer gelekî girêdayî hev in. Pereyê Tirkiyeyê hemûyan li şer xerc dikin; ji bo binesaziyê ti mesrefê nakin. Ji ber vê yekê komkujiyeke mezin çêbû. Bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Niha hin hejmaran eşkere dikin, lê belê ew hejmar rast nînin. Zêdeyî sed hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ewqas cih hilweşiyan. Lê belê hîn jî li ber xwe nakevin, hîn jî xwe rast dibînin û li ser ewqas cenazeyan şer dikin. Felaketeke ewqasî mezin qewimî, bêyî ku vê yekê bibînin êrîşan dewam dikin. Divê raya giştî bi vê zanibe û bêguman hevalên me jî divê vê şaş fêhm nekin. Dema ku êrîş li hemberî me hate kirin, bêguman weke leşkeran em ê xwe biparêzin û bersiva pêwîst bidin. Di vê mijarê de divê kes xwe şaş neke. Ew li pey firsendê ne, durû ne û komploger in. Dema ku dîtin di nava gerîla de sistbûn heye, yekser êrîş dikin. Ji ber vê divê hêzên me li her derê baldar bin, tedbîrên xwe sist nekin.
Weke ku tê zanîn Tirkiye ketiye nava pêvajoya hilbijartinê. Di çarçoveya hilbijartinê de dixwazin li Tirkiyeyê hestên neteweperestî û şovenîstî geş bikin. Ji bo vê jî hewl didin dijberiya li Kurdan mezintir bikin. Di vê çarçoveyê de dibe ku dewleta AKP-MHP’ê êrîşan zêdetir bike. Divê em li benda hewldanên bi vî rengî bin. Me bi rengekî yekalî helwesteke bi vî rengî nîşan dan. Ji ber ku felsefeya me vê yekê li ser me ferz dike. Lê belê bi dijminê me re hestên mirovahiyê nîne, dixwaze her firsendê bi kar bîne, di ser cenazeyên mirovên me re dixwaze desthilatdariya xwe ava bike. Ew dixwazin desthilatdariya xwe dewam bikin û ji bo vê jî di pêvajoya hilbijartinê de dibe ku dewleta Tirk êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê, her wiha êrîşên li ser Rojava zêdetir bikin. Lewma her kes divê hem baldar be hem jî xwedî tedbîr be.”
Dema dawî di siyasetê de jî hin bûyerên cuda qewimîn. Meral Akşener ji Maseya Şeşalî rabû, piştre lê vegeriya. Her wiha Dadgeha Destûra Bingehîn li ser doza girtina HDP’ê û astegkirina alîkariya xezîneyê du biryar da. Li gel van hemûyan li Bûrsayê êrîşeke faşîst li ser lîstikvanên Amedsporê hate kirin. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?
“Hilbijartinên ku wê di 14’ê Gulanê de bêne kirin, mîna ji bo gelên li Tirkiyeyê hemûyan ji bo gelê Kurd jî hilbijartineke girîng e. Ji ber ku yê bê hilbijartin ne tenê Serokkomar e, bi esasî sîstem wê were hilbijartin. Hêzên kûr ên dewletê ji bo karibin şer ji yekdestî bimeşînin û koordînasyonê xurt bikin sîstema heyî ava kirin. Lê belê ev sîstem gelekî otorîter e û demokratîk nîne. Vê yekê civaka Tirkiyeyê gelekî lawaz kiriye. Bêguman aliyek dixwaze vê sîstemê dewam bike. Lê belê gel dixwaze ev sîstem bê guhertin û hilbijartin jî li ser vê bingehê tê kirin. Yanî wê hilbijartin li ser sîstemê bê kirin.
Lê belê desthilatdariya heyî gelo wê qebûl bike ku bi bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê berde? Ev cihê gumanan e. Eşkere ye ku ew ê serî li gelek dek û dolaban bidin. Di vê mijarê de AKP ji xwe ji berê ve tê naskirin. Di hilbijartinên Stenbolê de hate dîtin û gelek pratîkên xwe yên bi heman rengî hene. Timî fen û fûtan dike; her tiştî li gorî xwe eyar dikin. Mînak, qanûna hilbijartinê guhertin, di Desteya Hilbijartinê ya Bilind de guhertin kirin. Yanî rejîma AKP-MHP’ê her tişt ji bo jinûve qezenkirinê eyar kiriye û naxwaze dest ji desthilatdariyê berde. Dixwaze bi vî rengî tevbigere.
Li hemberî vê yekê jî gel, muxalefet û gelek derdora daxwaza guhertinê dikin. Di vê çarçoveyê de hilbijartin ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng û stratejîk e. Ji niha ve diyar e ku di vê demê de wê gelek bûyerên tarî bêne organîzekirin û biqewimin. Di vê çarçoveyê de weke ku we got, hin bûyer qewimîn. Mînak, hin hêz û aliyên li nava dewletê bi rêya Îyî Partî xwestin operasyonê bikin û Maseya Şeşalî belav bikin. Akşener gaveke bi vî rengî avêt. Lê belê piştî vê gavê Mase belav nebû, ku kes ne li benda vê bû. Ragihandin ku weke Maseya Pêncalî dikarind ewam bikin. Di heman demê de ev rewş li nava Îyî Partî jî bû cihê nerazîbûneke mezin. Hem di asta rêveberiyê de hem jî di asta civata wê de îstifa hatin kirin. Tê gotin ku hejmara kesên îstifa kirine gihîştine bi deh hezaran kesî. Yanî yên ku ev kar plan kirin, dîtin ku encam wê berevajî bibe. Dîtin ku Mase wê belav nebe û dibe ku Îyî Partî ji hev belav bibe, ji ber vê jî Akşener ji nû ve vegerandin. Naxwe piştî axaftineke ewqasî hişk û tund, veger bi rengekî cuda nikare bê îzahkirin. Li Tirkiyeyê hewl didin vê mijarê şîrove bikin, lê belê nikarin îzah bikin. Ji ber ku li gorî aqil, mantiq û zanistiya siyasetê îzahata vê bûyerê nîne. Ji xwe eşkere bû ku planeke xwe ya B. jî tune bû. Bi kurtasî tê dîtin ku bûyerên qewimîn sûnî ne û weke operasyonekê hatiye plankirin. Bêguman ji ber ku bi ser neketin, paşve gav avêtin.
Ev yek ji bo tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê tiştekî gelekî baş e. Çima? Ji ber ku eşkere bû gel bi rastî jî guhertinê dixwaze. Gel dixwaze ev desthilatdarî bê guhertin. Hate dîtin ku projeyên li ser dîzaynkirina civakê wê encamê bi dest nexe. Lewma ev rewş ji bo hêzên demokratîk bû hêz, ji bo hêzên ku ew plan dikirin bû darbe. Lewma dikare were gotin ku muxalefet di vir de xurt bûye. Ji ber ku hate dîtin ku destên kûr ên dixwazin planên bi vî rengî bikin nikarin encamê bi dest bixin.
Li aliyê din dixwazin li Tirkiyeyê kaosekê biafirînin. Bi sorkirina neteweperestî û şovenîzmê dixwazin dijminekî biafirînin. Dijminê wan jî bêguman Kurd in, PKK ye. Bi vî rengî bi şovenîzmê, bi sorkirina hestên neteweperestiyê dixwazin li dora xwe kom bikin. Mînak gelekî êrîşî HDP’ê û partiyên din ên Tifaqa Ked û Azadiyê dikin. Mîna ku em PKK û ew yek in, hewl didin atmosfereke bi vî rengî biafirînin. Halbûkî eleqeya xwe pê nîne. Ew partiyên qanûnî ne ku xwe bi rêxistin kirine û bi milyonan mirovan temsîl dikin. Lê belê tevî vê yekê jî wan dikin hedef û bi vî rengî dixwazin hêzên neteweperest li dora xwe kom bikin. Yanî bi projeyên bi vî rengî yên li ser civakê wê ji niha û pê ve jî bikevin dewrê.
Destpêka vê jî li Bûrsayê êrîşa li ser Amedsporê ye. Bêguman di vê de jî nekarîn zêde encamê bi dest bixin. Ma tiştekî wiha hatiye dîtin? Lîstikeke sporê ye. Li holê rewşeke siyasî nîne. Lê belê beriya destpêkirina maçê lîstikvanên tîma Bûrsasporê êrîşî lîstikvanên Amedsporê dikin. Tevî vê yekê alîgirên wan li gel dirûşman her wiha çi li ber destê wan hebû avêtin qada futbolê, avêtin ser lîstikvanên Amedsporê. Hinek ji wan ketin erdê, hinek jê birîndar bûn. Her wiha wêneyên kujerên Kurdan hildan. Bi rêya van wêneyan gotin, ‘Em ê careke din heman tiştî bînin serê we’. Bêguman ev planeke; dixwazin bi vî rengî kaosekê biafirînin.
Em Kurd divê bi vê yekê zanibin: Amedspor tiştekî siyasî nîne. Lê belê Kurd e. Dibe ku her kesên di nava civata wê de Kurd nebe, lê belê tîm Amedê temsîl dike. Navekî xwe yê qedîm heye. Lewma êrîşa li hemberî lîstikvanên wê, êrîşek li hemberî Kurdan hemûyan e. Çi çepgir be çi jî rastgir be, kî dibe bila bibe ev êrîş li hemberî gelê Kurd, li hemberî nirxên Kurdan hatiye kirin. Amed çi ye? Amed dîroka Kurdan e. Êrîşî vê dikin. Eşkere bû ku yê ev êrîş bi esasî bi rêxistin kir Bahçelî ye û bêyî li ber xwe bikeve got ‘Tiştekî bi navê Amedê nîne’ û Bûrsaspor jî pîroz kir. Gelo ev tiştekî normal e? Na. Lewma divê em Kurd zanibin, êrîşa li hemberî wan lîstikvanên hêja hate kirin, di şexsê wan de li hemberî me hemûyan hatiye kirin. Bi rastî jî li gel ewqas êrîşan lîstikvanên Amedsporê lîstika xwe dewam kirin. Normal diviyabû ew maç bihata betalkirin. Lê belê nehate betalkirin. Piştre jî Federasyona Futbolê ya Tirikyeyê ji bo nixumandina vê bûyerê ceza li Bûrsasporê birî ku 9 maçan bê alîgirên xwe bilîze. Lê belê ev hemû biryarên ji bo nixumandina rastiyê ye. Halbûkî li holê sûcek heye; beriya her titşî divê ew maç bihata betalkirin, kesên ku mirov birîndar kirin -ku lîstikvanên Bûrsasporê bi xwe êrîş kirin- bihatina darizandin. Lê belê ti ji van nehate kirin. Li Bûrsayê heqareteke mezin li Kurdan hate kirin. Ev zilm e. Kurdekî bi şeref divê vê yekê ji bîr neke. Êrîşeke bi vî rengî ye.
Lê belê li aliyê din neçar man ku nerazîbûnê nîşan bidin. Ji ber ku ev êrîş ji aliyê mirovên bi aqlê selîm ên li Tirkiyeyê nehate qebûlkirin. Dibe ku hinek kesên şoven ên mîna Bahçelî pîroz kirin û hîn jî dixwazin kiryarên bi vî rengî dewam bikin, lê belê bû bû cihê nerazîbûnekê. Nerazîbûna hate nîşandan bû hêviyek ji civakê re ku li hemberî hewldanên bi vî rengî helwesteke çawa bê nîşandan. Civak wê bêdeng nemîne.
Têkildarî biryarên li ser HDP’ê hatin wergirtin jî dikarim bibêjim; hin derdoran ev biryar bi rengekî erênî nirxandin. Weke çavdêrekî bi qasî ku me şopand, dema ku konsepta AKP-MHP’ê û pêvajoya heyî bê nirxandin, wê were dîtin ku herdu biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ên têkildarî HDP’ê erênî nîne. Ji ber ku di nava vî karî de planek heye. Hem taktîk heye hem jî xefikek. Bi peyamên bi vî rengî dixwazin HDP’ê sist bikin. Balkêş e; li gorî qanûnên hilbijartinê her partî divê lîsteya xwe ya namzetan heta 10’ê Nîsanê radestî saziyên pêwendîdar bikin. Roja doza girtinê jî 11’ê Nîsanê ye. Yanî mîna ku xistine qefesê. Dixwazin bibêjin, ‘Eger ne li gorî min be ez ê bigirim’. Xuya ye di nava hesabên cuda de ne ku dixwazin bibêjin ‘Eger HDP namzetê xwe ji bo Serokkomariyê diyar bike, wê demê em dikarin lê bifikirin’. Bi dîtina min ev xefikeke. Texmîna min ew e ku rayedarên HDP’ê û Tifaqa Ked û Azadiyê wê haya xwe ji vê hebe. Yanî nikarin kesî bi tiştên bi vî rengî bixapînin. Ev hêz divê zanibin ku bi mîsyoneke gelekî dîrokî radibin. Ji ber ku di nava hêz û tifaqên heyî hemûyan de yên herî zêde demokrasiyê dixwazin û li Tirkiyeyê têkoşînê ji bo demokrasiyê dimeşînin ev derdor in. Helwest û biryara wan wê ji bo paşeroja Tirkiyeyê xwedî roleke gelekî girîng be. Bi dîtina min ev mirovên hêja wê biryara herî rast bidin. Qet nebe hêvî û bendewariya gelê me bi vî rengî ye. Bêguman di pêvajoya hilbijartinê de dibe ku bûyerên ewçend balkêş biqewimin. Lîstik wê bêne lîstin, hinek wê hewl bidin bixapînin. Li hemberî lîstikên bi vî rengî yên nexêr, divê her kes baldar be. Divê her kes zanibe ku li ku çi bike. Divê kes ecele neke; di serî de hêzên demokrasiyê divê her kes helwesta di cih de, nêzîkatiya pêwîst nîşan bide. Yanî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de ketiye demeke girîng.”
Ji bo Newrozê hindik maye. Têkildarî Newroza îsal hêvî û bendewariyên we çi ne?
“Beriya her tiştî Newroza îsal sala 50’yemîn a pêngava Rêber Apo ye. Yanî Rêber Apo beriya niha bi 50 salî, di Newroza 1973’an de li Bendava Çûbûk a Enqereyê civîna destpêkê lidar xist û bi rê ket. Vê pêngavê li Kurdistan û Tirkiyeyê bûyerên gelekî dîrokî afirand. Yanî di van 50 salan de meşeke gelekî bi wate dewam dike. Di nava van 50 salan de bi rastî jî berxwedaneke gelekî mezin hate kirin. Ji aliyê mirovî, gel, demokratîkbûn, azadiya jinê, azadiya civakî ve berxwedaneke mezin hate kirin. Yanî dikarim bibêjim ku ji bo gelê me pêngaveke mîladî ye. Rêber Apo piştre jî hemû Newroz bi heman awayî pêşwazî kir; Newroz kir rojeke berxwedanê, roja geşkirina berxwedan, yekîtî û têkoşînê. Piştre hevrê Mazlûm Dogan jî di rojeke Newrozê de ew çalakiya dîrokî kir. Yanî Newroz her rojê li Kurdistanê bû xwedî wateyeke nû. Ya rast wateya wê ya rastî şênber bû. Wateya Newrozê ji bo civaka Kurd, bi vê têkoşînê şûna xwe girt, îro li Kurdistanê Newroz bi ruhekî neteweyî yê gelekî mezin tê pêşwazîkirin.
Lewma Newrozê destpêkê li Rêber Apo pîroz dikim û bi wesîleya Newrozê silavên xwe pêşkêş dikim. Her wiha Newrozê li dayikên şehîdan pîroz dikim. Newrozê li hevrêyan hemûyan, xebatkaran, gelê Kurdistanê û gelên herêmê hemûyan pîroz dikim ku baweriya xwe bi Newrozê tînin. Şehîdên me yên leheng ên bi berxwedan û xwîna xwe Newroz xemilandin, di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de bi bîr tînim û soza ku me dane wan dubare dikim. Em ê ala ku wan radestî me kirine bilind bikin û têkoşîna wan bi ser bixînin. Em ê heta dawiyê dilsozê vê soza xwe bin, di têkoşîna azadiya Kurdistanê û Rêber Apo de xwedî li bîranîna wan derkevin.
Newroz ji bo me, ji bo gelê me û ji bo gelên baweriya xwe bi vê çandê tîne gelekî bi wate ye. Yanî tenê rojeke pîrozkirinê nîne. Vaye erdhej pêk hat, gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Li Kurdistanê niha şîn heye. ji ber vê yekê jî saziyên Kurd ên demokratîk biryar dan ku Newrozê ne bi şahiyê, lê belê bi rengê xwedîderketina li mexdûrên erdhejê û bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, Newrozê pêşwazî bikin. Ev tiştekî maqûl e. Ji xwe Newroz jî tenê şahî nîne; mîna ku min beriya niha got bi esasî Newroz bilindkirina berxwedanê ye, geşkirina agirê berxwedanê ye. Roja xwedîderketina li ruhê tevgera Medya û Kawa ye. Ew ruh ruhê bexwedanê ye, ruhê serketinê ye, ruhê yekîtiyê ye, têkoşînê ye. Wê demê tê wateya roja bilindkirina berxwedan, têkoşîn û yekîtiyê. Ji ber ku Newroz tenê bi yekîtiyê Newroz e. Yanî bi têkoşîna Newrozê tevgera Medya bi ser ket. Ji ber vê jî ne pêwîst e ku Newroz ilehî bi govendê, bi şahiyê bê pîrozkirin. Ha; bêguman divê Newroz bê pîrozkirin û ji xwe wateya wê jî xwedîderketina li hev e, hevkarî ye. Mînak di Newrozê de divê em hîn bêhtir xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin, lê belê Newrozê di hemand emê de hîn bi xurtî pîroz bikin. Ez ji vê derê bang li her kesên li Kurdistanê û derveyî welat dikim, bang li dostên Kurdan û demokratan dikim ku hîn bi xurtî tevlî Newroza 2023’an bibin. Çima? Ya yekemîn; ji ber erdhejê xwedîderketin e. Ya duyemîn; em gel û hêzên demokratîk divê xwe hîn bêhtir bikin xwedî hêz û îrade.
Mijareke din a girîng jî ew e; pêvajoya bê gelekî girîng e. Pêvajo ji bo me ji gelek aliyan ve girîng e. Ya yekemîn; Tirkiye dikeve pêvajoya hilbijartinê. Bêguman ev hilbijartin ji bo gelê Kurdistanê jî girîng e. Gelê Kurd ji xwe di van hilbijartinan de îradeya xwe nîşan didin û encama vê hilbijartinê jî wê ji aliyê gelê Kurd ve bê diyarkirin. Ev yek tiştekî gelekî bi wate û girîng e. Ya duyemîn, têkoşîna me bi esasî di sala 2023’an de kete pêvajoyeke girîng û dîrokî. Çima? Ji ber ku dewleta mêtinger-qirker 8 salên dawî ji bo tevgera azadiyê li Kurdistanê tasfiye bike, destketiyên gelê Kurd bi temamî ji holê rake û li Kurdistanê siyaseta qirkirinê serwer bike, şerekî berfireh li hemberî me dimeşîne. Bi çekên serdemê, bi çekên kîmyewî, bi bombeyên taktîk nukleer, bi balafiran û her cûre çekan şer dike û ew dixwazin vê salê yanî di sala 100’emîn a Lozanê de serketinê li dijî gelê Kurd îlan bikin. Ma projeyên wan hemû ne ev bû? Timî digotin ‘2023, 2023′. Wan digotin sala 100’emîn a Komarê, di heman demê de sala 100’emîn a Lozanê. Digotin, ‘Em ê di vê sedsalê de destketiyên Kurdan hemûyan ji holê rakin û serketina xwe îlan bikin’.
Lê belê nekarîn bi ser bixînin. Sekan Rêber Apo ya li Îmraliyê ku bi rengekî gelekî bi wate meşand, berxwedana gerîla ya van 3 salên dawî li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê gihand asta dîrokî, her wiha sekna siyasetmedarên Kurd, siyasetmedarên demokratîk-çep ên Tirkiyeyî yên li hemberî êrîşên faşîst, berxwedana gelê me ya li qadan û berxwedana li zindanan nehişt ku armanca wan pêk were. Dibe ku êrîşa herî mezin li ser Îmraliyê bû; her wiha li dijî gerîla bû û hem Îmrali hem jî gerîla îrade nîşan dan, lê belê hêzên demokratîk, gelê Kurd û welatparêz hemû li dora vê îradeyê kom bûn. Yanî îradeyek hate nîşandan û pêşî li serketina plana qirker-mêtinger hate girtin.
Em niha di vê nuqteyê de ne. Yanî dewleta Tirk bi serkêşiya AKP-MHP’ê dixwest vê salê bike ew sal ku me binax bike û serketina xwe ragihîne, lê belê nekarî bike. Rast e, me berdêl dan û ev yek bi hêsanî nebû. Di vê berxwedana dîrokî de gelek lehengên mezin şehîd bûn. Em jî niha li ser wê yekê difikirin ku bi çi rengî karibin xwedî li berhema van lehengan derkevin. Ev mirovên hêja mîna ku li gel hevalên Sara û Rûken hate dîtin bi ruhê fedaî pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kirin, li ser bingeha xwîna hevalan gelê me gihîşt vê encamê û îradeya xwe parast. Ji ber vê yekê; binihêrin di hilbijartinê de jî gelê Kurd xwedî îrade ye, li Rojhilata Navîn di qada siyasetê de jî gelê Kurd xwedî îrade ye û li ser piyan e. Ya ku têk çû, kete nava krîzê û gihîşt asta têkçûna bi temamî, xwediyê siyaseta qirkirinê ye, dijmin e. Yanî mîna ku di vê berxwedanê de hate dîtin, gelê Kurd nikare ji holê bê rakirin. Xeleka qirkirinê ya li ser gelê Kurd dihate ferzkirin hate qetandin. Pêngavên hatin avêtin, berxwedana li çiyê û zindanan, tişta ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê de hate afirandin ew xelek qetand. Û ew çiqasî êrîş dikin bila bikin wê nikaribin encamê bi dest bixin. Ev yek eşkere bû ye. Tenê rêyek heye; ew jî rêya çareseriyê ye. Tenê rêyek heye; ew jî dawîanîna li sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê ye, vekirina deriyên Îmraliyê ye û muxatabgirtina Rêber Apo ye. Rêya yekane ev e, wekî din rê nîne. Ji bo vê jî gelê Kurd îradeyek nîşan da. Keç û xortên vî gelî bi rengekî fedaî şer kirin; ev îrade nîşan dan ku gelê me êdî karibe bê temsîlkirin. Ev hêza temsîliyetê li gel Rêber Apo şênber bûye. Yanî ev rê bi vê berxwedanê weke yekane rê hatiye destnîşankirin.
Em niha di demeke bi vî rengî de ne û ji bo vê jî gelê me di vê demê de, di Newrozê de divê hîn bêhtir îradeya xwe nîşan bide. Lewma bang li gelê me dikim ku hîn bi xurtî tevlî bibin. Divê neyê gotin, ‘Erdhej qewimî, ji xwe em di şînê de ne; ne pêwîste em biçin’. Na. Newroz ji bo me semboleke. Lewma gelê me, dostên gelê me, sosyalîst û demokrat, her wiha weke gelên Ereb, Tirk û Kurd, her kesên li herêmê li dijî faşîzma AKP û DAÎŞ’ê şer dikin û alîgirên demokrasî û azadiyê divê her kes hîn bi xurtî tevlî Newrozê bibin û mîna ku min got, di vê Newrozê de peyamek bê dayin. Divê mîna kongreyeke gelên Rojhilata Navîn be. Newroz divê bi vî rengî were pêşwazîkirin. Hêvî û bendewariya me ew e ku gelê me bi van hestan hîn bi berfirehî tevlî bibe, ruhê yekîtiyê xurt bike û bi pêş ve bibe.
Di vê dema girîng e, di hefteya Newrozê de dixwazim van jî bibêjim:
Yên ku heta niha sîxurî ji dijmin re kirine, yên li gel dijmin tevgeriya ye û bi sîxuriyê xwîna ewladên gelê Kurd rijandine, divê zanibin ku dewleta Tirk bi heman çavî li Kurdan hemûyan dinihêre. Li gorî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê Kurdê baş, Kurdê nebaş nîne. Çi heye? Kurd heye ku divê êrîş lê bê kirin; Kurd heye ku ji bo xwegihandina Kurdên êrîş lê bê kirin weke sîxur bê bikaranîn. Yanî, rast e ji go wan du Kurdên cuda hene û yek ji wan divê bê tunekirin, yê din jî divê bê ajankirin. Ev dewlet tenê bi vî mejiyê şoven nêzî Kurdan dibe. Divê her kes bi vê zanibe. Yên ku vê nabînin wê sibe poşman bibin û dîrok jî wan darizîne. Yanî berxwedana li hemberî van êrîşên qirkirinê ji her alî ve bi wate ye, kûr û dîrokî ye. Ji rêzê nîne. Yekî ku vê nebîne, tevî vê yekê jî li gel dijmin cih digire, ji vê xerabtir rewşek ji bo wî nîne. Banga min li wan Kurdan e ku ketine vê rewşê; vê rewşê biterikînin.
Di vê Newrozê de ku sala 100’emîn a Lozanê ye, gelê Kurd divê gaveke nû biavêje. Pêwîstî bi vê yekê heye. Lozan ji bo Kurdan çi bû? Komkujî bû, trajediyeke mezin bû, zindan bû, qirkirin bû, Helebce bû, Enfal bû, erdhej bû. Yanî zilmek li ser gelê me bû. Gelê Kurd tevî ku gelê herî qedîm ê li vê herêmê, li Mezopotamyayê ye, tevî ku xwedî dewlemendiyê ye û dîrokeke xwe heye, biryara qirkirina gelê Kurd li Lozanê hate dayin. Rast e, yekî ku mohra xwe daniye binê Lozanê dikare bibêje ‘Me mohra xwe dananî binê qirkirinê’. Lê belê we tune hesiband. Lozanê gelê Kurd tune hesiband. Te dewlet da her gelî û statuya wan diyar kir, lê belê Kurd tune hesiband û tiştek neda Kurdan. Gelo ev ê bê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku ji dewletên li derdorê re dibêje ‘biçin, wan ji holê rakin, wan qir bikin’. Yanî Lozan qirkirina gelê Kurd a bi rengekî sergirtî ye.
Gelê me li hemberî vê yekê sed sal e têdikoşe. Bi sed hezaran şehîd hatin dayin. Û di sala sedsalî de dewleta Tirk jî dixwaze armanca xwe bi ser bixîne, her wiha qîma xwe bi ya heyî nîne û xwe bigihîne sînorê Mîsakî Mîlî. Em gel jî li her çar parçeyên Kurdistanê divê sala sedemîn a Lozanê bi bêdengî pêşwazî nekin. Divê em bi nerazîbûneke neteweyî, demokratîk û azadîparêz pêşwazî bikin. Rêya vê yekê çi ye? Yekîtiya neteweyî ye. Di sala sedemîn a Lozanê de, di Newroza 2023’an de divê em yekîtiya neteweyî pêk bînin.
Di vê çarçoveyê de herî dawî Hevserokê KNK’ê Birêz Ahmet Karamûs hate Başûrê Kurdistanê û hin hevdîtin kir. Em vî karî gelekî bi wate dibînin. Ya rast di vê demê de tiştekî gelekî hêja û pêwîst e. her wiha Serokê YNK’ê Birêz Bafil Talabanî jî ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. Em vê bangê jî gelekî bi wate dibînin û di vê demê de bi rastî jî ya herî pêwîst yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê ye. Em weke tevger, ji aliyê xwe ve ji bo vê yekê hewl didin. Li ser vê bingehê bang dikim ku Newroza 2023’an bikin destpêka yekîtiya neteweyî. Divê em yekîtiya neteweyî pêk bînin. Eger hinek xwe nede ber vê yekê bila xwe nede ber. Divê em ji ber kesî xwe bisînor neke, nebêje ‘eger filan kes nehatibe hingî nabe’. Na, em weke hêz û kesên Kurdistanî yên li ser xet û bingeha welatparêziyê li ber qirkerî û mêtingeriyê radibin, divê em yekîtiya neteweyî teqez pêk bînin. Hem di asta parçeyan de hem jî di asta welêt de divê em yekîtiya neteweyî pêk bînin. Banga min li partiyên Kurdistanî, saziyên welatparêz, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanî ye; helwesta yekîtiya neteweyî nîşan bidin û bikevin nava hewldana yekîtiya neteweyî. Bang li her kesî dikim ku vê pêvajoya dîrokî ya ku Peymana Lozanê dikeve sala sedsalî, bi sekna yekîtiya neteweyî pêşwazî bikin; nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em weke Kurd hene, yek in, meşa me meşeke mirovahiyê ya mafdar û demokratîk e, kes nikare pêşî li vê meşê bigire û em ê vê meşa xwe bi ser bixînin. Bi vî rengî divê em sala sedemîn a Lozanê pêşwazî bikin. Ev gelekî bi wate û girîng e.
Di wê baweriyê de me ku ji vî alî ve wê pêşketin çêbibe, bi vê hêvî û baweriyê Newroza 2023’an li gelê me û gelên ji vê kevneşopiyê bawer dikin hemûyan pîroz dikim. Paşeroj a me ye, meşa Azadiya Rêber Apo û Kurdistanê wê bi ser bikeve û Newroza 2023’an jî wê bibe destpêka vê yekê.”