KOBANÊ – Ji bo bîranîna şehîdên Helebca îro tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê 5 deqeyan li ber navendên xwe rêz girtin û şehîdên Komkujiya Helebce hatin bibîranîn.
Rejîma Baas a Iraqê bi serkêşiya Saddam Huseyîn di sala 1988`an de bi çekên kîmyewî êrîşî bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê kir. Di encama vê êrîşê de zêdetirî 5 hezar sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi hezeran jî birîndar bûn.
Piştî rêzgirtinê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, bikaranîna çekên qedexe yên navneteweyî di tevahî dîrokî de, li dijî gelê Kurd wê li ser eniya civaka navneteweyî, mirovahiyê û hemû cîhanê bibe lekeyek reş.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Di dîrokê de bikaranîna çekên kîmyawî û çekên qedexekirî yên navnetewî li dijî gelê bindest dubare pêk hatiye. Ji komkujiya Helebce yê dest pê kiriye û heta komkujiya Dersimê berdewam kiriye. Rejîmên tawankar ên desthilatdar di wê demê de çekên qedexekirî yên navneteweyî ji bo qirkirina gelê Kurd bikar anîn û bi hezaran qurbaniyên bêguneh jiyana xwe ji dest dan.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî, ji bo qirkirina gelê Kurd, rêya rejîmên tawankar dişopîne û ji sala 1997’an ve li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne. Li dijî gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna çekên kîmyewî hatin bikar anîn. Li Serkaniyê û Efrînê di encama bikar anîna çekên kîmyewî de gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Civaka navneeteweyî li dijî van êrîşan bêdengiya xwe parast.
Em wek dayîk û bavên şehîdan bang li civaka navdewletî dikin ku dev ji dirûtiya xwe berde. Em rejîma Tirkiyê ji bo bikaranîna vê çeka qedexe ya navdewletî şermezar dikin.”