NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:
“Di 15’ê Adarê de, êvarê seat 07:15’an komeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl da êrişî gundê Til Anab ê herêma Şehbayê bikin. Hêzên me bersiv da û hewldana êrişê têk bir. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.”