BEHDÎNAN – Şert û mercên jiyaneke azad avakirin, dibe îfadeya parastina cewherî ya civakê. Ji ber ku azadî û parastin jî bi civakbûyinê re pênaseya xwe ya rast dibîne, herçiqas li gor rewş û taybetmendiyên civakan hin cûdatî hebe jî, jibo civakê xwe gihandina hebûn û wateya jiyanê, di xwe parastinê re derbas dibe û mayinde dibe. Serwextiya cewhera parastinê û ketina ferqa pêwîstiya vê, şerte di hişmendiya kesayet û civakên ku li ber kêra qirkirinê ne, ava bibe. Nexwe, bêguman parastina cewherî refleksekî xweber, xwezayî û zindî ye. Dîsa di vê wateyê de em dikarin bêjin; dem û cih çiqas bandorker be jî, di hişmendiya parastinê de, nabe diyarker. Jiber parastina cewherî xweber û zindî ye. Wate dibe ku mirov ji welatê xwe jî dûr be, yan ji qadên şer pir dûr be, yan jî dibe ku mirov di navenda meydanên şer de be jî, ya giring di pozisyona ku têde ye bi fikir, zikir û pratîkên xwe, di asta giştî de çiqas parastina xwe û civakê bi yek dike û watedar dike. Ji ber her kes an jî civaka ku hişmendiya xweparastin û cewhera vê ji dest dabe, nikare li ser bingeha dewamkirina hebûna xwe bibe xwedî refleks û bersivên xweber û xwezayî. Li ser hebûna xwe, nabe xwedî biryar.
Bêguman di parastina cewherî di mijara hebûna fîzîkî, giringîya xwe hîn zêdetir derdikeve pêş. Ji ber ku qirkirina fîzîkî û çandî di hevsengiyekî de tê meşandin. Yê ku di şertên jiyan kirina civakê de xeteriyên hîn zêdetir avadike jî ewe ku di vê serdemê de zaniest, teknîk û teknolojiya ku tê pêşxistin, di bin serweriya sîstema serdest û di xizmeta êrişên metîngeriyê de tên pêşxistin. Armanc tunekirina bertek û mejiyê civakî ye. Di virde rêbazên berovajîkirina rastiyan weke amûreke şer yê sereke derdikeve pêş. Herçiqas êrişên dewlet-pergalê xeteriyê li ser jiyana civakan ava bike jî, di rastiya serdema nû de mirovatî ji êrişên qirkirina rasterast ya fîzîkî zêdetir, bi êrişên qirkirina çandî û zihnî re rû bi rû ye. Di vê rewşê de pergala serdest hem êrişên qirkirina fîzîkî yê civakê rasterast pêk tîne, hem jî bi awayekî çandî û îdeolojî êrişeke bê eman li ser civakan dide meşandin. Hedef ferdê bê civak, bê fikir û bê parastin avakirin û teslîm girtine. Li Kurdistanê ev bi faşîzmê, hîn şênbertir derdikeve pêş.
Eger carna serdema me wekî serdema zanist û zaniyariyê tê pênasekirin jî, lê zanînê ku nebe hişmendî, nebe civakî û nebe çand, tu tiştekî pênase nake. Ev zanîna ku di kesayet û civakan de nebe bingeha gûhertinên ku temînata parastin û domdariya civakê dike zanistên dewletî ne, ango ev dibin zanistên dij-civakî. Ji ber vê jî hemî pêşketinên ku di zanistên; Civakî, Derûnî, Fîziya, Kîmya, Biyolojî, Matematîk, Jeolojî, Arkeolojî û hwd de çêdibin, dibin çekên qirkirin û komkujiyên civakan, mezin kirin û parastina desthilat û sermayedaran.
Eger civak kombuyina pîvanên wate û hisan be, bi heman wateyê kombuyina nirxên candî, exlaqî û polîtîke jî. Ku ev dibe hîmê herî bingehîn ya parastina cewherî ya civakekê. Sedema ku çand, exlaq û politîka di nîveka hedefên qirkirin û wêran kirinê de ne jî ev e. Êrişên ku li ser kesayet û civakan têne pêşxistin, bi taybet di çarçoveya berovajî kirina cewher û hestan de tê plan kirin. Bandoriyên van êrişan di lewazbûyina fikir, hest, helwest û bertekan de xwe dide der û şênber dibe. Xemsarî û xeflet li hember rastiya dijmin, dibe tabloya civaka ku li ber kêra qirkirinê ye.
Di vê rewşa ku civak dibin bombardûmana şerê taybet yê faşîzm û dagirkeriyê de ye, di serî de li çanda civakî xwedî derketin, pîvanên exlaqa civakî jiyan kirin, bi her awayî rêxistinbûyin ango civakîbûyin û di pênaseya berfireh û di peyvekî de ‘’Çalakî’’ jiyanê îfade dike. Eger pergal bi şerê xwe yê taybet û sîstematîk tirsonekî û dûdilyê feriz dike, ewê ciwanên Kurd jî wêrekî û biryardariyê raber bikin. Eger faşîzim tekel bûyin, ferdperestî û berjewendî perestiyê feriz dike, ewê ciwanên welatparêz û şoreşger di her hucreyên xwe de rêxistinbûyin, fedakarî û jiyana komînal tercîh bikin. Li dijî bêdengiya ku dewleta faşîst dixwaze keleha xwe li ser ava bike, her ciwanekî bibe çalakgerkî çavsor li dijî faşîzmê. Di serî de li gundan, li zanîngehan, li kolan û taxan, li dijî maddeyên hişber ku civakîbûna ciwanan hedef digire, fûhûşê ku li dijî exlaqê civakî tê pêşxistin, sîxûrtiî û begcîtiya ku rûmet û kerameta civakê leke dike, her ciwan pêşengeke serhildanê, pisporeke çalakiyê ye. Her kolanek, zanîngehek û gundekî ku ciwaneke welatparêz lê hebe, ji faşîzmê re bibe kabus. Rêber Apo gotibû; ‘’Zimanê civaka exlaqî û politîk, çalakî ye’’, vê demê bi qasî çalakiyên xwe em civakî ne, bi qasî civakî bûna xwe em hene. Jixwe berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna jî, viya ji zû de piştrast kiriye ku; bi qasî ku em hene dijminê ku xwe li ser tunebûna me ava kirye, ewê tune bibe!