WAN – Newroza îsal bi şîara “Her roj Newroz azad e, her roj azad e, bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” bê pîrozkirin. Pîrozbahiyên li Wanê wê di 19’ê Adarê de li Parka Newrozê ya li ser keleha Wanê bê lidarxistin. Beriya pîrozbahiya Newrozê endamên Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DÖM) ku li Taxa Hacibekir (Xaçort) hatin cem hev, agirê Newrozê yê yekemîn li bajêr pêxistin.
Ciwanan di ser agirê Newrozê re bazdan, govend gerandin û şahî li dar xistin.