MEXMÛR – Duh evarê di demijmêr 19’an de ciwanên Mexmûrê bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, agirê Newrozê vêxistin. Bi sedan ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo pêşwazîkirina Cejna Newrozê ya 2023’an, li ber avahiya Amadeyî ya Şehîd Koçerîn meşa meşeleyan li dar xistin. Gelê Mexmûrê bi rakirina wêneyên Rêber Apo û gotina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Newroz li Rêber Apo pîroz be” bi coşeke mezin tevlî meşê bûn. Meş li ber Çiyayê Qereçox yê wargehê veguherî mêtîngê. Piştî xuleyek bêdeng jib o giyanê şehîdan, li ser navê Yekîtiya Xwedevanên Azad (YXA) Delil Kaya ve axaftin hat kirin. Delîl di axaftina xwe de bal kişand li ser cewherê agirê Newrozê ya ku ji bo gelê kurd buye sembola berxwendanê. çalakî bi vêxistina agirê Newrozê, dîlan û coşa kêfxweşiyê hat bidawîkirin.