NAVENDA NÛÇEYAN- Balkêş e ku heta niha ji bo cenazeyên şehîdan ji Başûr bînin Bakûr û Rojhilatê Suriyê PDK’ê bersivek nedaye.
Lê li gorî nûçeya ajansa Hewarê, şandeyek dewleta dagirker a Tirkiyê biriye cihê ku helikopter ketiye.
Derbarê hejmara endamên şandeyê, nasnameyên wan ên leşkerî, îstîxbarat û hwd. de agahiyên zelal nehatin dayîn, lê hat gotin li wan deran lêkolîn kirine.
Ajansa Hewarê ragihand ku PDK û Tirkiye dixwazin mijarê dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bikar bînin.
Tevî ku nasnameyên şehîdan hatine eşkerekirin û ji Bakûr û Rojhilatê Suriyê ne jî helwldanek bi vî rengî dibe cihê gelek pirsan.
Gelo ev şandeya dewleta dagirker ji ku derê hatiye, li gorî pîvan û peymanên navnetewî tiştek bi vî rengî çawa dibe?
Li şuna ku Iraq lêkolîn bike, Tirkiye çawa diçe wir?