Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Peyama Newrozê ya KJK’ê

Koordînasyona KJK'ê ji bo Newroza 2023'an peyamek weşand û di serî de jin û ciwan bang l gelê Kurd û dostan kir ku qadên Newrozê bi ruhê têkoşînê dagiririn.

Edîtor: Nucan Serdoz
19/03/2023 - 14:09
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KJK: Ev şer teqez serkeftinê heq dike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê ji bo Newroza 2023’an peyamek weşand û di serî de jin û ciwan bang l gelê Kurd û dostan kir ku qadên Newrozê bi ruhê têkoşînê dagiririn.

Peyama KJK’ê wiha ye:

“Cejna Newrozê ya 21’ê Adarê ji bo gelê me û têkoşîna azadiyê roja jinûve geşkirina  têkoşînê, hebûn û berxwedanê ye. Cejna Newrozê ku gelê me bi hezaran sal in bi biharê re pîroz dike, di nava pêncî salên dawî de bû li ser bingeha hişmendiya neteweyî ya gelê me, hişmendiya azadiyê, azadiya jinê bûye cejna Konfederalîzma Demokratîk ku bi gelan re têkoşîn tê meşandin û jiyan û sîstemeke hevpar tê afirandin.

Em destpêkê cejna Newrozê li gelê me, gelên me, jinan û dostên xwe pîroz dikin.

Rêberê me di roja Newrozê ya 1973’an de di nava şert û mercên gelekî giran de ji bo azadiya gelê me gavên destpêkê avêt.

Ev gav li dijî parçekirina cografya Kurdistanê di nava çar dewletan de bi peymana Lozanê, li dijî polîtîkayên mêtingerî, qirkerî û asîmîlasyonê yên li her parçeyî hate avêtin.

Ev gav ji bo gelekî ku bi tunebûnê re rû bi rû hatibû hiştin û ji rastiya xwe hatibû dûrxistin, gavên destpêkê yên rabûna li ser piyan bû.

Rêberê me destnîşan kir ku hişyarbûna gelekî û rizgariya wê bi azadiya jinê dibe û got, ‘Heta ku jin azad nebe, civak jî azad nabe’. Li ser vê bingehê ji bo pêşvebirina karên azadiya jinê hewldaneke gelekî mezin nîşan da. Lewma di rastiya me ya têkoşînê de azadiya jinê û azadiya gelê me, azadiya gelan her tim di nava hev de îfade kiriye. Ji ber vê yekê meha Newrozê di heman demê de roja azadiya jinê, cejna azadiya jinê ye.

Jiyana têkoşînê ya pêncî salî ya Rêber Apo bi berfirehî û şênberî nîşanî mirovahiyê û jinan dide ku li hemberî sîstema mêr a serwer a pênc hezar salî têkoşîn dikare bi çi rengî bê kirin. Jiyana Rêberê me li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst li ser bingeha bersiva li pirsên ‘Şer divê çawa be’ û ‘Jiyan divê çawa be’ hatiye avakirin. Rojên Newrozê di heman demê de pîrozkirina serketinên di rastiya Rêbertî de şênber bûne.

Li ser vê bingehê em Newroza sala 50’î ya Rêberê me bi dilsozî, coş û hurmeteke mezin pîroz dikin. Li ser bingeha rastiya ku Rêberê me bi ser dixîne, em soz didin ku xwe timî nû bikin, bi pêş ve bibin û têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin.

Di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Berîvan, Ronahî, Rahşan Demîrel, Bişeng Anik, Sema Yuce de ku Newroz kirin Newroz hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelê me, jinên Kurd di şexsê van şehîdan de hişmendiya azadiyê afirandin û pejirandin. Û ev hişmendiya azadiyê, ruh û têkoşîna wê li tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê belav kir. Ruhê lehengiyê yê ku bi Newrozbûyînê ber bi serketinê ve diçe îro li çiyayên Kurdistanê, li Zap, Avaşîn, Metîna û Bakur bi bexwedana xurt a gerîla dewam dike, paşerojê ava dike. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe yên Kurdistanê ditewînin ku ji dîrokê heta niha ev têkoşîna bi heybet meizn kirin, weke mîrate ji me re hiştin û careke din biryardariya xwe ya ji bo serxistina têkoşînê destnîşan dikin.

Di vê serdemê de mirovahî li dijî sîstema cîhanê ya ku bi rastiya mêr ê serwer ê pênc hezar salî ava kiriye, lêgerîna xwe ya li azadiyê bi rengekî kûr dewam dike û vê yekê jî bi şêweyên cuda nîşan dide. Ji bo çareseriya krîzên li qadên azadî, demokrasî, pirsgirêkên jinê, aborî, ekolojî, edalet û civakî yên li cîhanê, Parêznameyên Rêberê me perspektîfên berfireh û alternatîf pêşkêş dikin. Lewma sîstem û îdeolojiya Rêberê me bûye hêvî û sosyalîzmê jinûve ava dike.

Ev têkoşîna ku Rêbertiya me bi azadiya gelê Kurd dayî destpêkirin, bi paradîgmayek nû gihiştiye astek bilind. Li ser esasê Konfederalîzma Demokratîk, Neteweya Demokratîk, şoreşa Jinê û ekolojiyê stratejî û modela jiyanek azad pêş xistiye. Bi vê wateyê KCK ku sîstema me ya Konfederal a Demokratîk e, ji bo gelê Kurd û mirovahiyê hemûyê weke modelekê di sala 2005’an de hatiye îlankirin.

Rêber Apo bi pêşxistina paradîgmaya modela azadiya jinê, demokratîk, ekolojîk û konfederalîzma demokratîk, netewa demokratîk û şoreşa jinê, bûye Rêberek gerdûnî. Di 50 salên dawî Rêber Apo Newroz hemû ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya mirovahî û jinan hemûyan li ser esasên gavên ku pêş xistiye nirxandiye û serkeftinên mezin kiriye. Rêber Apo bi van serkeftin û gavan, nîşan daye ku ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê azadiyê yê mirovahî û jinan e. Rêbertiya me ev meşa mezin ku 1973’an daye destpêkirin, bûye meşa azadiyê ya mirovahiyê hemûyê û cejna Newrozê gerdûnî bûye.

Em Newroza îsal bi karesata erdhejê ya mezin pêşwazî dikin. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst di van şert û mercên zehmet de jî li pey hesabên biçûk ên desthildariyê ye. Dest ji plan û êrîşên qirkirinê, na berde. Ev Newroz ferman dide ku hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst ku DEHAK’ê hemdem e, têk biçe. Demê vê hikûmeta faşîst hatiye. Erkê yekane û girîng ku were kirin, ew e ku ev hikûmeta faşîst di nava rûpelê tarî yê dîrokê de were fetisandin. Weke gel û jinan em xwedî li azadî û xweseriya xwe derkevin û rêveberiyên xwe yên xweser û jiyanên ayîdê xwe ava bikin û têkoşîna xwe geş bikin.

Bi vê Newrozê re bi xurtî tevlî pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” bibin ku li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me hatiye pêşxistin.

Îro li cîhanê hemûyê xwedî li dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku ji Rojhilatê Kurdistanê bilind bûye, tê derketin. Şoreşa jinê ya li Rojava, gavên avakirina jiyana ji nû ve bilez xistiye. Gerîlayên me yên jin li Zap, Metîna û Avaşînê profesyoneltî û lehengiyê raber dike. Ev hemû nîşan didin ku weke tevgera jinên Kurd em dikevin pêvajoyek dîrokî de.

Li ser vê wateyê weke KJK’ê em gava ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ ku me 8’ê Adara 2023’an îlan kir, plan dikin ku bi xurt, çalak û bi awayek bandor pêk bînin. Li ser vî esasî em bang li jin, gel û gelên xwe hemûyan dikin ku tevlî vê pêngavê bibin û sedsala 21’an bikin sedsala şoreşên jinan.

Weke jin em Newroza 21’ê Adara 2023’an li dijî sîstema mêrserwer û faşîst û pêşengê vê hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst bi îdîaya geşkirina têkoşînê û ruhê serkeftinê pêşwazî bikin. Weke jin em bi awayek xurt û bandor pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin.

Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan, em bang li gel û dostên xwe hemûyan dikin ku qadên Newrozê bi ruhê têkoşînê tejî bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta dagirker û li dijî jinê ya Îranê zextên xwe yên li ser jinan zêdetir dike

Nivîsa Pêş

HPG: Artêşa dagirkera tirk bi çekên qedexekirî êrîş kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin

HPG: Artêşa dagirkera tirk bi çekên qedexekirî êrîş kir

Gerîlayên HPG’ê: Gelê kurd li hemberî qirkirina dewleta tirk serî netewand

Gerîlayên HPG’ê: Gelê kurd li hemberî qirkirina dewleta tirk serî netewand

Manşet

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.