Qeladizê – Newroz nasnameya tak û tevahî civaka Kurd û kurdistan e. Bîner ciwanê xelkê Qeladzeyê ye û ji ajansa me re behsa dîrok û girîngiya xwedîderketina Newrozê kir. Silav, navê min Bîner e, ez ciwanekî niştecihê Qeladzeyê me. Di serî de ez bi xêrhatina ajansa we dikim û behsa girîngiya Newrozê di nav kurdan de dikim. Wek hûn jî dizanin Newroz yek ji girîngtirîn helkeftên di navbera gelê Kurd û Kurdistanê de ye. 2723 sal berê Kurdan bi pêşengiya Kaweya Hasinkar Zahak a dagirker ceza kirin, ev bûyereke taybet ku azadiya gelan îfade dike. Wek her kes dizane, miletên cîhanê roja xwe ya taybet heye ku tê de azadiya xwe diyar dikin û pê serbilind in. Lewma divê em Newrozê di nasnameya xwe ya Kurdewarî de pîroz bikin.
https://www.youtube.com/watch?v=kgEF7jk6zwE