NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir.
Di fermandariya Giştî ya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Bi gurzê Kawayên Hemdem têkoşîna ku li hemberî Dehaqên demê tê meşandin, bi şoreşa jinan a Rojava re careke din hêviya gelan nû kir. Têkoşîna jinan a ku bi navê YPJ’ê bi beden bû, wek germahiya agirê Newrozê bi her demsalekê re xwe geştir dike. Newroz li ser vê erdnîgariyê di hemû deman de bûye îfadeya têkoşîna li hemberî desthilatdariyê.
Cejna 21’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îdia û biryardariya parastina destkeftiyên şoreşê tê pêşwazî kirin. Li hemberî hemû leyîstok û polîtîkayên înkar,îmha,qirkirin û asîmîlasyonê bi rihê cejna Newrozê, bilind kirina têkoşînê wê hewldanên dagirkeran vala derbixîne. Dîroka gelê me yê berxwedêr, di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî bi pêşengiya jinan, çarenûsa ji aliyê desthilatdaran ve li ser gelan dihate ferzkirin, qebûl nekir. Me wek şervanên vî gelî gelek canên gelek ber bi bê dawî bûnê ve oxir kir. Lê îro hemû deverên cîhanê dengê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê bilindkirin, ev yek ji bo me weke jinên ku pêşengiya şoreşê dikin, cihê şanaziyê ye. Di Newroza îsal de jî hemû pîrozbahî weke serhildanên li hemberî feraseta mêr dewlet têne lidarxistin. Êdî dem dema azadiya jin û gelan e. Xwe li derdora agirê Newrozê a ku mizginiya bihareke nû dide kom kirin, wê teqez azadiyê bîne.
Me di arifeya cejna Newrozê de 9 hevalên xwe yê hêja yên ku di oxira parastina welat û rûmeta gelan de xwedî kedên bêhempa bûn, şehîd dan. Em careke din tevahî şehîdên xwe yên ku rihê xwe gihandine sira pîroziya agirê Newrozê bi bîr tînin û dê geşkirina agirê Newrozê teqez faşîzmê têk bibe.”