AGIRÎ – Li Agiriyê bi hezaran kes ji bo pêxistina agirê Newrozê ber bi qadê ve herikîn.
Li navenda Agiriyê bi hezaran welatiyan ji bo pêxistina agirê Newrozê ber bi Parka Newrozê ve herikîn. Ji bilî navenda bajêr welatiyên ji gund û navçeyan danê sibehê hatin navendê û tevlî Newrozê bûn. Piştî lêgerînan li qada ku bi pîçên zer, sor û kesk hatiye xemilandin, destûr hat dayîn. Ciwan û jinên ku cil û bergên xwecihî li xwe kirine pir in. Ciwanên ku nîşaneyên serkeftinê didin, gelek caran dirûşmeyên ji bo Rêber Apo diqîrin.