STENBOL – 224 kesên ku 46 jê zarok bûn piştî Newrozê bi êrîşa polîsan hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan hatin berdan.
Piştî Newroza Stenbolê ya bi heybet a duh li Stenbolê bi dirûşma “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” hat pîrozkirin, 46 jê zarok 224 kes ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. 46 zarokên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Fatîhê, 178 kesên li Kolana Vatanê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Kesên hatin binçavkirin duh danê êvarê piştî karên îfadeyê hatin berdan.