Navenda Nûçeyan – Cejn û Pîrozbahiyên Newrozê ji bo her neteweyekê wate û peyama xwe heye û bi çîrok û efsaneyên cuda ve girêdayî ne.
Hin kes bawer dikin ku ew destpêka jiyana mirovan li ser rûyê erdê ye, ji ber ku ew di nîvê biharê de dest pê dike, dema ku demsala vejîna xwezayê û şînbûnê piştî sermayê destpê dike. Di astronomiyê de, ekînoksa biharê ya li nîvkada bakur ew e ku roj ji ekvatora dinyayê derbas dibe û ber bi bakur ve diçe. Ev dem di meha yekem a biharê de hat. Di heman demê de Roja Newroz di salnameya mîladî de 21ê Adarê ye.
Di Newrozê de Kurd rojê dikin wesîleya jiyana bi xwezayê re. Newroz bi pêşengiya jin û ciwanan, bidestxistina azadî, rizgarî û sekna li dijî dagirkerî û faşîzmê dike rastî û heqîqet, Newroz ji bo Kurdan û doza wan xwedî wateyeke kûr a siyasî û civakî ye. Ev yek bi taybetî li Bakur û piştre jî li Rojavayê Kurdistanê bi Derketinta PKK li dijî dagirkerî û faşîzma rejîma Tirk daket qadan.
Berxwedana ku îro li qadên Newrozê tê dîtin, encama bûyerên dîrokî yên Kurdan e û di serdema nûjen de jî berxwedana Kawe Sardam Mazlûm Dogan û hevalên wî ya di sala 1982’an de ruhekî nû daye. Kurd û Newroza wan. Berxwedana Mazlûm Dogan, Sama, Zekîya Alkan, Rahşan Demîrel, Runahî û Bêrîvan a ku ji têkoşîn, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo tê, wateyek din da Newrozê û Newroz ruhê wê berxwedanê ye.
Rêber Apo jî PKK’ê weke Partiya Newrozê bi nav kir bi têkoşîna xwe, xwedî li hemû nirxên dîrokî yên vê cejnê derket. Bi derketina PKK’ê Newroz bû çandêkî siyasî û civakî. Qada Newrozê bû cihê nerazîbûna her cure li dijî Zahakên demê. Pîrozkirina Newrozê bi agir û serhildana li qadan helwesta herî radîkal a li dijî faşîzma serdemê ne.
Newroz bi pêşengiya ciwanan rêya xwe ya rast girtiye pêş, ciwan agirê Newrozê pêdixin û gor dikin. Ciwan qadên Newrozê ji dijminê xwînmijê faşîst yê dîroka Kurd û Kurdistanê re dikin cihê tirsê. Kolanan vediguherînin rûbarên serhildanê û bi wêrektî daxwazên xwe diqîrin. Ciwanên welatparêz û şoreşger êdî weke Newrozê her roj bi dînamîzma bedewiyê dibin mîna sonamiyêkî û bi pêl bi pêl faşîzmê ber bi roxandinê dibin.
N.C// Hêmin bêkes