AMED – Ji bo Newroza Amedê bi sedan hêzên dagirker ên ji bajarên cuda hatin xurtkirin. Li balafirgeha ku ji Amedê derketibûn wêneyên hêzên dagirker hatin kişandin û hêjmara wan diyar kir kû rastî dewleta dagirker a tirk pîrozbahiyên Amedê ditirsiya. Piştî pîrozbahiyên bi coş û moralê bilind li Amedê dawî bûne dagirkeran 50 yê zarok û 350’yî zêdetir kes destgîr kir.
Dawiya Newrozê ya ku li 42 navendan hat pîrozkirin li Amedê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî’ pêk hat. Piştî pîrozbahiyên Newrozê gelek kes hatin destgîrkirin. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin 50 zarok û 300 welatî hatine destgîrkirin. Hat hînbûn ku di nav kesên hatine destgîrkirin de parêzer Mehmet Oner jî heye.
Her wiha hat hînbûn ku zarok birine Şaxa Zarokan a Amedê û welatiyên din jî birine qerekola polîsan a li ser riya Farqînê. Parêzeran diyar kirin ku dest bi kar û barê îfadeyan hatine kirin.