Şengal – Li Şengalê ciwanan bi meşek meşaleyî Cejna Newrozê pîrozkirin, ciwana ragihandin ku wê ti kes nekaribe li ber têkoşîn û berxwedana wan ya ji bo azadiya Rêber Apo bigre.
Duh li seranserê KurdistanÊ Cejna Newrozê bi girseyî û coşek mezin hate pîrozkirin. Duh êvarî li Şengalê jî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidxan û Yekîtiya Ciwanên Êzidî meşek melayetî hate lidarxistin.
Bi sedan ciwanên ku tevlî meşê bûn li ser rêya gundê Kolika ya çiyayê Şengalê lihev kombûn û dest bi meşa meşaleyî kirin.
Di meşê de alên PKK’ê, YBŞ-YJŞ’ê, posterên Rêber Apo hatin hildan. Ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Newroz pîroz be’ qêriyan. Meşa ciwanan heya goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan dewam kir.
Li wir ciwanan agirê Newrozê bi coşek mezin pêxistin, li ser navê ciwana Sara Botan axivî û got; “Bi ruhê Kawayê hemdem emê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin. Em weke ciwanên Êzidî ji dijminê dagirker re dibêjin, hun çibikin jî hunê nekaribin îradeya civaka Êzidî bişkênin û rê li ber pêşketina me bigrin. Me gelek bedelên giran di oxira parasina vê dozê de daye û îro em bi saya serê wan bedelan li ser axa xwene.”
Piştî axaftinan ciwanan li derdora agir govend gerandin û çalakî dawî bû.