NAVENDA NÛÇEYAN – Serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike. Duh li Rojhilat û Îranê bi sedan kes çûn serdana gorên kesên di serhildana 6 mehan de jiyana xwe ji dest dane û bibîranîn.
Malbatên şehîdan û welatiyan li ser gorên zarokên xwe dijî desthilata Îranê dirûşme qêriyan û ragihandin ku ewê armancên şehîdan pêkbînin.
Li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ciwanan li ser dîwaran dirûşme nivîsandin. Herwiha li gelek bajaran jinên ciwan kefiyên xwe ji ser serê xwe rakirin, malbatan li ser balkonên malên xwe agir pêxistin û Newroz pîroz kirin.
Tevî kuştin, darvekirin û girtinan jî serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber di dome.