AMED – Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. (14) duh bi şev dema bi hevalê xwe re vedigeriya malê, ji aliyê polîsên dewleta Tirk a dagirer ve hate sekinandin, dûre hate revandin û îşkence lê kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê zarok ewilî birin nav zeviyeke li ser rêya gund. Dûre polîsan lê ferz kir ku bibêje ‘Ez Tirk im’ û jê xwest çêran li Kurdan bike û sirûda neteweyî ya Tirkan bixwîne û li wî dan.
Polîsan dev, dest û lingên zarokê ku bi îşkenceyê anîn ber mirinê, girê dan û danîn nav çirava li kêleka çem. Di tariya şevê de gundiyek pê hesiya û ew rakirin nexweşxaneyê. Hate zanîn ku metirsî heye ku çavekî xwe winda bike.
Y.D. ku anî ziman çar polîsan îşkence li wî kiriye wiha got: “Ez birim cihekî tena. Gotin ‘bibêje ez Tirk im.’ Bi qundaxa çekê li min xistin, piştre jî dest û lingên min gire dan. Dûre jî ez avêtim çalekê.”
‘BÊJE EZ TIRK IM Û ÇÊRAN LI KURDAN BIKE’
Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, tiştên bi serê Y.D. de hatin wiha vegotin: “Zarok li navenda navçeya Licê dijî. Dema êvarî bi hevalekî xwe re vedigere malê, polîs wî disekinînin. Hevalê wî yê 10 salî berdidin û wî dibin cihekî tena. Bi qundaxa çekan lê didin. Hem li zarokî dixin hem jî her tim jê dixwazin ku bêje ‘ez Tirk im, xeberan bêje Kurdan’.
‘METIRSÎ HEYE JI ÇAVÊ XWE BIBE’
Piştî ku zarok van nake jê dixwazin sirûda neteweyî ya Tirkan ji ber bike. Jê re dibêjin heke tu ji ber nekî ‘Em ê werin te bikujin’. Piştre diavêjin nav çirava kêleka çem ê di nav navçeyê re derbas dibe. Bi awayekî dev, dest û lingên wî girêdayî li wir dihêlin. Gundiyekî ku li sewalên xwe dinêrî li ser dengên pê dihese û dibe nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Licê rapora lêdanê didinê û sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dikin. Zarok niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û xetereya ku çavê xwe yê rastê winda bike, heye. Ji çavê wî her tim xwîn tê û nikare veke.”