STUTTGART – Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi dehan ciwan li hev civiyan û Newroz pîroz kirin
Beriya destpêkirina pîrozbahiyê ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi taybet ji bo şehîdê Newrozê yê mezin Mazlûm Dogan deqeyek rêz hate girtin. Piştî deqîqeya rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê li ser navê Tevgera ciwanên şoreşger axaftin hat kirin.
Piştî axaftinê Seyda Perînçek, Mazlûm Devrîm û Garîp. Nurhak derket ser dikê.
Pîrozbahiya Newrozê ku bi coş û heyecaneke mezin dewam kir, bi dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok APO” dawiya şevê bi dawî bû.
Seyda Perînçek, Mazlûm Devrîm û Garîp Nurhak jî beşdarî pîrozbahiya ku bi pêşengiya ciwanan hat lidarxistin bûn.