BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;
22’ê Adarê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
22 û 23’ê Adarê li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM’ê, Sîda û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê 32 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”