KOBANÊ- Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şehîd Ebdo Ebdî (Şervan Kobanê) û bibîranîna şehîd Seîd Îbrahîm (Dildar Rojava) û Buşra Besrawî (Rûken Kobanê) bûn.
Fermandarê Yekîneyên Antîterorê (YAT) Şervan Kobanê tevî 8 hevalên xwe di 15`ê Adarê de li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bûbû.
Gerîlayê HPG`ê Dildar Rojava jî sala 2021`an, gerîlaya YJA Starê Rûken Kobanê jî 2`yê Sibata 2023`yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.
Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Arîn Kobanê axivî û bal kişand ser rola şervanên QSD`ê di bersivdayîna êrişên dagirkeriyê yên dijmin de.
Arîn Kobanê got: “Şehîd Şervan û hevrêyên xwe peyamek da her kesê ku difikirê ji vê axê koçber bibe, ku tenê axa welat wê aramiyê bide xwediyên xwe. Em deyndarê wan in. Divê heta pêkanîna serkeftinê em rêya şehîdan bişopînin.”
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk (QSD) Hesen Mihemed Elî jî bal kişand ser berxwedan û fedakariya gelê herêmê û wiha dom kir: “Gelê herêmê ev peyam da; yan jiyana birûmet yan şehadet.”
Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dîmo jî got: “Şehîd Şervan dizanîbû ku ew deyndarê welatê xwe ye. wendina xwe ya li derve hişt û vegeriya welat. Ew wek navê xwe şervan bû. Divê gelê herêmê li dora QSD`ê kom bibe û heta pêkanîna serkeftinê hevgirtina xwe xurt bike.”
Bi navê malbata şehîd Şervan Kobanê, hevseroka Meclisa Qanûnsaz Fewziya Ebîd axivî û diyar kir ku ew ê heta serkeftinê şopdarên xeta şehîd Şervan û hevalên wî bin. Fewziya Ebdî got: “Em bi zarokên herêmê yên ku jiyaneke di bin zilmê de red dikin û welat diparêzin, serbilind in.”
Piştre nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Şervan Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.