HESEKÊ – Îro li bajarê Hesekê bi sedan kes ji bo bîranîna şehîdên enternasyonalîst ên di parastina Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane, li salone serdem ya çand û huner kom bûn. Di nava beşdaran malbat Şehîd Andok Çotkar (Konstantin Gedig) ê ku di 17’ê Cotmeha 2019’an de di têkoşîna parastina Serêkaniyê ya li dijî dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk de şehîd bû, amade bûn.
https://www.youtube.com/watch?v=THIBChsdzyg&t=24s
Di civînê de endamên saziyên enternasyonalîst ên li Rojava yên wekî Komuna Enternasyonalîst a Rojava, YPG Enternasyonalîst, YPJ Enternasyonal, Tekoşîna Anarşîst, Komîteya Jineolojiyê û hwd amade bûn. Her wiha saziyên civaka Kurd ên weke Saziya Malbatên Şehîdan û rêveberên YPG/YPJ’ê di civînê de axivîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên ku di sala 2017’an de li hemberî DAIŞê şer kirin, sînevîzyonek taybet hate pêşandan. Piştre ji bo dayika Konstantîn ku ji aliyê koordînasyona enternasyonalîst û gelê Reqayê ve hatibû vexwendin, diyarî hat dayîn. Her wiha şano, helbest û stran hatin pêşkêşkirin da ku ruhê şoreşgerî teşwîq bikin û bîranînên şehîdan zindî bihêlin.
Civîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Yekîtiya gelan” bi dawî bû.