NAVENDA NÛÇEYAN – Kurdistan ku têkoşîna azadiyê lê dimeşe, şahidî ji hezaran çîrokên lehengiyê re kiriye. Di nava van çîrokên lehengiyê de rastiyeke xurt a welatparêziyê tê nîşandan. Ciwanên Kurd ên ku li nava gelekî xaka wan hatiye dagirkirî mezin dibin, ji bilî berxwedanê çareyeke wan namîne. Hîn ji zarokatiyê ve vê rastiyê dibînin.
Sîdar Adil (Mehmet Zafer Çîçek) li xaka ku komkujiya Zîlanê lê hate kirin, mezin bû. Di wan çîrokan hemûyan de yên jê re hatin vegotin, hovîtiya li Zîlanê hebûn. Mijara bingehîn a ‘dengbêjan’ ku guh dan wan, Zîlan bû.
Mehmet Zafer Çîçek hîn di zarokatiyê de li komkujiya Zîlanê pirsî. Bêguman çîrokên din jî hebûn ku jê re hatin qalkirin, ‘Gerîlayên’ ku li dijî komkujerên Zîlanê şer dikin, jê re weke kesayetên awarte hate vegotin. Hîn di zarokatiyê de xewn û xeyala wî bû ku bibe gerîla, bibe lehengê herî mezin. Dema ku dest bi dibistanê kir, yekane tişta ku lê rast hat, pirsgirêka ziman bû. Destpêkê weke her zarokekî Kurd nexwest biçe. Bi zorê hate şandin. Êdî serdemeke dibistanê ji bo wî destpê kir ku fikir, hest û polîtîkayên mêtingeriyê lê serdest bû. Heta lîseyê, heta ku xwe bigihîne pirtûkên Rêber Apo, her ku Rêber Apo xwend hîn bêhtir polîtîkayên mêtingeriyê nas kir. Êdî polîtîk bû û tevlî têkoşînê bû. Dema ku li fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê dixwend, bi rengekî çalak tevlî nava karên ciwanan bû.
Piştre sala 2014’an tevî komkuji hevalên xwe, di 9’ê Çileyê salvegera komkujiya Parîsê de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Êdî li Garê bû. Piştî perwerdeya destpêkê ya li Garê, bi rengekî çalak beşdarî nava karên li vê qadê bû. Di demeke kurt de bû fermandarê gerîla. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û ahengiya li nava jiyana gerîla ji aliyê hevalên xwe ve hate pêşniyarkirin. Piştî ku zêdeyî 2 salan li Garê ma, li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeyê bû. Sala 2016’an derbasî Botanê bû û cihê xwe di nava rêxistiniya YPS’ê de girt.
Li Botanê efsane hatin afirandin, li vê xakê têkoşîneke mezin hate meşandin. Li vê rêya ku gelek lehengên mezin jê derbas bûn, bi lehengiyên Botanê re bû yek. Baweriya di dilê wî de ewqasî mezin e ku ji aliyê hevalên xwe êdî timî dibû mînak.
Li herêma Botanê bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû. Sala 2017’an li bejehaiya Qilabanê ya Şirnexê piştî çalakiya serketî, ji bo pêşîgirtina li operasyonên artêşa Tirk a li qadê şer kir, bi lehengî şer kir û 1’ê Tîrmeha 2017’an şehîd bû.
Sîdar ku ewladekî leheng ê Serhedê bû, ji bo bibe tola pitikên li Zîlanê hatin qetilkirin, li qada Botanê bi hesteke mezin a tolhildanê têkoşiya. Sîdar her dilopa xwîna li ku Çemê Zîlanê herikî di dilê xwe de hîs kir, li ser vê bingehê xwe bi pêş ve bir û bi rengê herî çalak tevlî têkoşînê bû. Sîdar bandor li dilê gelek hevrêyên xwe kir û ji wan re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Di rêwîstiya xwe ya dîrokî de şopa xwe li dîroka Kurdistanê hişt û bû yek ji lehengên dîroka Kurdistanê.