NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya Îlona 2014’an bajarekî biçûk ê Kurdistanê bû Kobanê, ku zêde nedihate naskirin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji aliyê Îslamiyên Siyasî ve hate afirandin piştî Mûsilê berê xwe dan Sûriyeyê. Hêzên Parastinê yên Rojava bi pêşengiya Kurdan li ber van çeteyan rabûn û bi vê berxwedanê re ev herêm hîn bêhtir ketin rojeva medyayê, raya giştî hîn bêhtir bala xwe da ser van herêman ku berê qet nebihîstibû. Ji çar aliyên cîhanê sosyalîst û şoreşger li rê û rêbazên wê yekê digeriyan ji bo tevlî berxwedana mirovahiyê ya bêhempa ya li Kobanê bibin. Li gel Ewropa, DYE û welatên Skandînavyayê ji nava rêxistinên şoreşger ên li Tirkiyeyê jî gelek şoreşgeran berê xwe dan Kobanê ji bo tevlî vê têkoşîna bi pêşengiya Kurdan bibin. Xeleka berxwedanê ya li Kobanê ku tenê bi çend kesan destpê kir, roj bi roj mezin bû û cihêreng bû. Nijadperestî û cihêkariya etnîkî li pey xwe hişt.
Di dosyaya xwe de ji Paramaz Kizilbaş heta bi Gîovannî Francesco Aspertî, ji Anna Campbell heta bi Samûel Prada Leon, ji Ceren Guneş heta bi Jac Holmes, ji Ayşe Denîz Karacagîl heta bi Nîcholas Alan Warden em ê qala şehîdên têkoşîna şoreşger a enternasyonalîst û têkoşîna wan a li nava Şoreşa Rojava bikin.
JI MALBATEKE TÊKOŞER A SOSYALÎST BÛ
Şehîdê destpêkê yê vê têkoşîna şoreşger a enternasyonalîst Sûphî Nejat Agirnasli bû. Sûphî Nejat Agirnasli ku bi eslê xwe ji malbateke Ermen bû sala 1984’an lji dayik bû. Ji bo Sûphî ku dixwest her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê dagire, têkoşîna şoreşger a sosyalîst mîrateya malbatê bû. Malbata wî ji ber ku bi rengekî çalak tevlî tevgerên sosyalîst ên li Tirkiyeyê bû hate sirgûnkirin. Neviyê Niyazî Agirnasli bû ku kalê wî parêzerî ji lîderên şoreşger ên pêşeng ên li Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan re kir.
Sûphî piştî perwerdeya xwe ya li Elmanyayê, li Zanîngeha Marmarayê ya Tirkiyeyê perwerdeya sosyolojiyê wergirt, ji ber êrîşên faşîst neçar ma ku ji zanîngehê qut bibe û perwerdeya xwe li Zanîngeha Bogazîçî ya li Stenbolê dewam kir. Dema ku li zanîngehê dixwend, komên xwendekaran bi rêxistin kir, kir ku gelek berhemên çand û hunerî bêne amadekirin. Bi qasî ku dîroka Tirkiye û welatên cîran lêkolîn kir, her wiha têkoşînên karkeran û çepgir, şoreşgeran jî lêkolîn kir, bû xwedî agahiyeke berfireh û kûr. Di 29’ê Nîsana 2011’an de di çarçoveya doza KCK’ê de bernameya dersê weke ‘dokûmana rêxistinî’ hate pênasekirin û Sûphî hate girtin. Sûphî hingî wê demê wiha gotibû, “Ez jî weke sosyalîstekî çalak têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd ji dil weke kevneşopiya xxwe dibînim, xwe weke parçeyekî organîk ê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê pênase dikim. Karên siyasî yên ku min heta niha kir, ji ber ku bi şêweyekî bi pirsgirêka herî bingehîn a siyasî ya Tirkiyeyê bi pirsgirêka Kurd re eleqedar e, ez jî tevlî kepçeyê hatim kirin. Têkoşîna 30 salî ya gelê Kurd heta dawiyê bi her awayî têkoşîneke rewa ye. Eger em îro li Tirkiyeyê dikarin qala meseleya Kurd bikin ev yek bi saya çirûska Mazlûm Doganan e.”
JI STENBOLÊ BER BI KOBANÊ VE: JI XWENDEKARÎ BER BI TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ VE
Sûphî ku xwedî nasnameyeke rewşenbîr, nivîskar, dîroknas, civaknas û şoreşger bû, li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Bogazîçî lîsansa bilind kir, hingî bala wî çû ser têkoşîna Berxwedana Kobanê. Weke endamekî Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) tevlî têkoşînê bû û navê xwe kir Paramaz Kizilbaş. Navê şoreşgerê Ermen ê sosyalîst Paramaz (Madteos Sarkisyan) li xwe kir ku di 15-16’ê Hezîrana 1915’an de ji aliyê împaratoriya Osmanî ve tevî 19 hevrêyên xwe bi êşkenceyê hate darvekirin.
Paramaz Kizilbaş beriya tevlî parastina Kobanê bibe di nameya ji bo malbata xwe de wiha got:
“Min jiyanek li pey xwe hişt, ji her kesên ku tevlî jiyana min bûm gelek hişt hîn bûm; bi tiştên hîn bûm re min tercîhek kir, ji rastiyê yan jî rastiyan re bûm şahid û di diyalektîka jiyanê de derbasî cemsera din bûm, hêvîdarim bibe wesîle ji xêrê re. Weke mirovekî ji rêzê ji dayik bûm û weke mirovekî ji rêzê jî xatir ji we dixwazim. Dibe ku min carna we êşandibe, ji bo cara dawî min efû bikin. Weke ciwanekî ji rêzê ji ber nakokiyên ji rêzê min tercîhek kir; beriya her tiştî min ev tercîh ji bo xwe kir. Hîn bûm ku nakokiyên min ji holê ranabe, ji ber ku ev hemû civakî ne tenê bi birêxistinkirina nakokiyan, ez ê hewl bidim di asteke bilindtir de civakî bikim. Di jiyana min de nuqteya ku herî zêde nêzî rastiyê bûm,ev e.
Weke yekî ku bi qaçaxî li Soke ji dayik bû, Dûîsbûrgiyekî Tirkiyeyî, Claûbergiyek, li Tirkiyeyê jî her yekî çawa bim; ji ti tiştî ez poşman nînim. Her bûyerên ku bi serê mirovan ve tê, ji bo mirovan firsend e. Yekane derdê min ew bû ku qet mezin nebim, nebim parçeyek ji cîhana mezinan, her tim zarok bimînim. Niha mîna Peter Pan diçim Neverlandê, ji bo qet mezin nebim. Tiştek ji vê bêhtir min kêfxweş nake.
Her dilek hucreyeke şoreşger e!”
LI MIŞTENÛRÊ ŞEHÎD BÛ
Paramaz Kizilbaş ku li Kobanê li gelek eniyên berxwedanê têkoşiya, 5’ê Cotmeha 2014’an gava ku li Girê Miştenûrê li eniyên berxwedanê şer dikir şehîd bû. Cenazeyê wî piştî 15 mehan yanî di Kanûna 2015’an de hate dîtin. Bavê wî Hîkmet Acûn li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, “Piştî 15 mehan me cenazeyê Nejat dît. Weke ku Nejat di sicîla xwe de îradeya xwe ragihand, weke ‘şoreşgerekî enteryanonalîst’ wê li xaka xwe, li Kobanê rojên bê li şehîdgehê bê veşartin. Em ê wî emanetî li gel hevrêyên wî bikin ku bi hev re li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji bo Rojava ya azad şer kir.”
Di 15’ê Kanûna 2015’an de li Kobanê bi merasîmeke bi heybet li Şehîdgeha Şehîd Dîcle hate veşartin.
SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava -2