KOBANÊ – Sibe li bajarê Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan mîtînga û konsera xwe ya ji bo kampanyaya nû ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ li dar dixe.
Bername seat 7:30 li li Qada Azadiyê ya ş. Arin Mirkan dest pê bike.
Di destpêkê de wê axaftin bên kirin û piştre wê bernameyeke dewlemend a pêşkêşiyên çandî yên weke govenda folklorî ya Çerkes, dîlana Gerîlla were lidarxistin. Di dawiya mîtînga de wê konsera muzîkê were lidarxistin û Hîlala Zêrîn jî wê bibe mêvan.
Endama a Yekîtiya Jinên Ciwan û endama komîteya amadekar Gulistan Karimi diyar kir ku armanca lidarxistina mîtînga geşkirina birêxistina jinên ciwan, zanabûn û aftîvkirina rola wê di tevahî aliyan de ye:”Armanca vê kampanyaya nû ew e ku bi pêşengiya jinên ciwan şoreşa jinê bi
rêxistin bikin, biparêzin û mayinde bikin. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku werin mîtînga li bajarê Kobanê û werin em bi hev re
kampanyayê ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ bi coşek mezin tevlî bibin.”