BEHDÎNAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de li ser êrîşên 28’ê Adarê agahî hatin dayin.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên dagirkeran wiha ne:
“26’ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê bi balafirên şer 3 caran bombardûman hate kirin.
26’ê Adarê li Metînayê qada Girê Ortê, Qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê 25 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”