DÊRAZORÊ – Komîteya Ciwan û Werzîşê bi daxuyaniyekê pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir ragihand. Daxuyanî bi beşdariya endamên komîteyê li yarîgeha futbolê ya bajarokê Kîsrayê yê rojavayê Dêrazorê hat xwendin.
Hevserokê komîteyê Xalid El Selame daxuyanî xwend û got: “Erkê me ye ku em ciwanan ji metirsiyên madeyên hişbir hişyar bikin, ji ber ku madeyên hişbirê îradeya mirovan têk dibe û wan ji nirxên exlaqî û mirovî û çandî qut dikin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbirê wê 2 mehan bidome. Li gorî daxuyaniyê di pêngavê de dê çalakiyên cuda ji bo rêgirtina li ber belavbûna madeyên hişbir werin lidarxistin.