ŞEHBA – Xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara û Desteya Perwede û Hîndekariyê yên kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî Komkujiya Cindirêsê li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê daxuyaniyek hevpar da.
Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Fatima Şêx Mihemed ve bi zimanê kurdî hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de “komkujiya di şeva Newrozê de bi şêwazekî hovane li dijî gelê Kurd pêk hatiye” hat şermezarkirin û şehîdên Newrozê bi rêzdarî hatin bibîranîn.
Di dewama daxuyaniyê de bal li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî hat kişandin û wiha dom kir: “Em bang li saziyên mafên mirovan û hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku rê li van kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê bigirin û çareseriyeke giştî bibînin”
Daxwaz hat kirin ku hêz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên Sûriyeyê bên derxistin û sûcdar û berpirsên Komkujiya Cindirêsê bên cezakirin.