HELEB – Di 21’ê Adarê li Bajarê Efrînê navçeya Cindirêsê gelên welatparêz agîrê Newroz pexist û çeteyên bin kontrola dewleta Tirk a dagirker gule barandin li ser gelê welatparêz. Di encamê de 4 welatî hatin qetil kirin. Endamen Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo we îro li bajarê Helebê çalakî lidar xist û komkujiyê şermezar kir.
Bi şiara “Bi fedêkariya şehîdên Newroz a Cindirêsê wê serhildana Efrînê bi serbikeve” meşeke hat lidar xistin. Bi dehan jinên ciwan û ciwan beşdarî meşe bûn û helwesta xwe li hember we komkujiyê û domandina dagirkirina Efrînê nişan dan. Meş ji taxa Xerbî li Bajarê Helebê despêkir û di taxa Eşrefiyê li baxçeya Efrînê dawî bû.
Li ser navê Yekîtiya jinên ciwan endame Hêva Bekir axifî û meş bi sloganên wek “Bimrê xiyaneta Barzanî”, “Bijî berxwendana Cindirêsê” û “Şehîd namirin” hate dawî kirin.