BEHDÎNAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî, pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê nirxand û got, “Newroz ji xwe ev bi xwe ye. Newroz bi xwe ev e. Di vê Newrozê de jî sekneke bi vî rengî hate nîşandan. Sekneke bi vî rengî ye: Em ê desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP’ê hilweşînin. Bi têkoşîna xwe ya avakirina Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk re em ê vê yekê pêk bînin.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat nirxandineke bi vî rengî kir:
“Di meha Adarê de salvegera komkujiyên Gazî, Qamişlo, Helebce bû. Beriya her tiştî ez kesên ku di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Hêzên ku komkujî kirine jî bi hêrseke mezin şermezar dikim. Di heman demê de destpêka meha Adarê şehadeta hevala Raperîn Amed hate eşkerekirin. Hevala Raperîn li her qada têkoşînê kar kir. Di vê têkoşînê de kedeke xwe ya gelekî mezin heye. Bi taybetî li qada civakî, di avakirina sîstema konfederal a demokratîk de, di belavkirina paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk a li nava civakê de, karên gelekî xurt kir. Di vê mijarê de keda xwe gelekî zêde ye. Hevala Raperîn bi rastî jî sembola kedkarî, durustî, hevrêtî û dilsoziya bi nirxên têkoşînê ye. Wê bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim. Weke dilsoziya pê re em ê vê paradîgmayê teqez ava bikin. Em ê projeya sîstema konfederal a Demokratîk li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê li hemberî sîstemên netewe dewletê yên faşîst, li hemberî modernîteya kapîtalîst weke sîstemeke alternatîf, weke sîstemeke jiyana azad, demokratîk a gelan em ê ava bikin. Bila ev bibe soza me ji bo hevrê Raperîn.
TEVGERA JINÊ PIŞTEVANIYEKE XURT NÎŞAN DA
Di meha Adarê de 8’ê Adarê hebû. Gelekî girîng bû. Ji ber erdheja li Bakur û Tirkiyeyê bêguman hinekî bi rengekî dilşikestî derbas bû. Bi giranî bi piştevaniyê hate pêşwazîkirin. Di 8’ê Adarê de Tevgera Jinê ya Kurdistanê, Tevgera Jinê ya Tirkiyeyê seferber bû. Piştevaniyeke xurt hate nîşandan. Di dema erdhejê de 8’ê Adarê bi vî rengî derbas bû. Bi rastî jî tevgera jinê piştevaniyeke xurt ji bo mexdûrên erdhejê, jin, civakê û gel re nîşan da. Lewma 8’ê Adarê bi rengekî gelekî bi wate li Bakur û li Tirkiyeyê hate pêşwazîkirin. Li her deverên Kurdistan, herêmê û cîhanê bi heybet 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Lewma ez 8’ê Adarê ya derbasbûyî li jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikim. Di şexsê rêbera me ya jinê Sara (Sakîne Cansiz) de jinên ku di têkoşîna azadiyê ya jinê de şehîd bûn bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim.
Li aliyê din pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê hatin lidarxistin. Me 21’ê Adarê pîroz kir. Li her derê, li Bakur, li çar parçeyên Tirkiyeyê, li Kurdistanê, Rojava, Başûr, Rojhilat, her wiha li derveyî welat, li Ewropa, Rûsya her wiha li Japonya, Kanada li çar aliyên cîhanê pîrozbahiyên gelekî xurt hatin lidarxistin. Ez Newrozê li gelê me, li gelên Rojhilata Navîn li gelên Asya Navîn, Balkanan ên Newrozê pîroz dikin, weke biharê pêşwazî dikin, li wan hemûyan pîroz dikim. Di heman demê de di şexsê şehîdên Newrozê, Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de hemû şehîdan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim. Em di Hefteya Lehengiyê de ne. Di şexsê heval Mazlûm û Mahsûm Korkmaz de şehîdên meha Adarê hemûyan, şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim.
NEWROZA 2023’AN BÛ NEWROZA RÊBERTÎ
Bêguman Newroz bi temamî bû Newroza Rêbertî. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist. Li Bakur li metropolên Tirkiyeyê, li gelek bajarên Tirkiyeyê Newroz hate pîrozkirin. Li Anatoliya Navîn, li Çanakkaleyê li gelek deveran pîrozbahiyên gelekî bi wate yên Newrozê çêbûn. li Rojava gelekî bi heybet bûn. Li Rojhilat, li Başûr û bi rastî jî li her devera cîhanê bi heybet bûn. Di hemûyan de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist. Lewma Newroza îsal bû Newroza rêbertî. Gelê me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî îradeyeke hîn xurt nîşan da.
Ya rast, têkoşîna ku bi salane dewam dike bi Newrozê re gihîşt asta herî bilind. Gelekî bi wate bû. Newroz bû Newrozeke rêbertî. Ji xwe rêberê Newrozê Rêber Apo ye. Yê ku Newroz ewqasî bi wate kir, veguheran Newroza berxwedanê, têkoşîna tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo bû. Lewma rastiya gelekî yê Newrozê hate afirandin. Gelekî welê hate afirandin ku xwedî îrade, zane, azadîparêz û bi têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Rastiya gelekî xwedî îrade, zane, rêxistinî hate afirandin. Ev yek bi têkoşîna tevgera Apoyî hate afirandin. Bi têkoşîna li ser xet, felsefe û îdeolojiya Rêbertî ev îrade hate afirandin.
AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ HÎN BÊHTIR KETE ROJEVÊ
Di Newroza 1973’an de bi komeke biçûk civîna xwe ya destpêkê li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê lidar xist. Îro di sala 2023’an de 50 sal di ser vê civînê re derbas bûn. Meşa rêbertî ya 50 salî îradeyeke têkoşînê afirand ku xwe gihand bi milyonan kesî. Îro bi milyonan mirov ji bo azadiyê têdikoşin, têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Ev gelekî bi wate ye. Bandor û hêza rêbertî nîşan dide. Asteke welê bi xwe ra aniye ku bandorê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Li qada Newrozê jî herî zêde jin û ciwanan bi xurtî ev yek qîriyan. Veguherî serhildanê. Berî û piştî pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengiay ciwanan li gelek deveran posterên Rêbertî hatin hildan. Ez jin û ciwanan pîroz dikim. Asteke gelekî mezin a wateyê di vê Newrozê de hate nîşandan. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi vê Newrozê re bêhtir kete rojevê. Îro ji aliyê gelek derdoran ve tê nîqaşkirin. Ev daxwaz ji aliyê gelê me û dostên me ve bi îradeyeke gelekî xurt hate destnîşankirin. Bêguman ev gelekî bi wate ye. Ji niha û pê ve jî divê ev bi xurtî bê meşandin. Yanî ev îradeya ku di Newrozê de hate afirandin, divê têkoşînê mezintir bike, asta têkoşînê ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike bê nîşandan û ev têkoşîn bi vî rengî bê meşandin. Ji her demê bêhtir em nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne. Vê Newrozê ev rastî bi şênberî raxistiye pêş çavan. Ya girîng ew e ku ev îradeya di Newrozê de hate afirandin, ev îradeya têkoşînê, helwesta berxwedanê ji niha û pê ve her rojê bike roja Newrozê û sala 2023’an jî bike sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vê bingehê divê em têkoşînê mezintir bikin. Encama herî bingehîn a ku em ji vê Newrozê bi dest bixin ev e. Gelê me helwest û îradeya vê yekê destnîşan kiriye. Divê li ser vê yekê berxwedan dewam bike.
DIVÊ EM PARADÎGMAYA RÊBERTÎ LI NAVA CIVAKÊ BELAV BIKIN
Tişta din a girîng ev e. Me gelek caran ev yek nirxand. Her ku paradîgmaya Rêbertî belav bû, bi paradîgmaya Rêbertî re me civaka cîhanê, gel û jin gihandin hev. Xwedîderketineke hîn xurtir li Rêbertî derdikeve holê. Rêbertî hîn baştir tê fêhmkirin. Xizmetên ku Rêbertî ji mirovahiyê re dike baştir têne dîtin. Mirovahî, gel û civak hîn bi xurtî xwedî li Rêbertî derdikevin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê dimeşînin. Bi rengê herî xurt tevlî têkoşîna Kurdan dibin. Dibin parçeyek ji vê têkoşînê. Ev têkoşîn vediguhere têkoşîna gelan a y ekbûyî, vediguhere têkoşîna jinan a yekbûyî, têkoşîna civakê. Lewma divê em paradîgmayê bi rê û rêbazên cuda hîn bêhtir li nava civakê, mirovahiyê belav bikin, bidin naskirin. Ev yek ji bo paşeroja mirovahiyê gelekî girîng e. Ji ber ku paşeroja mirovahiyê di nava vê paradîgmayê de ye. Lewma divê em karekî hîn xurtir bimeşînin. Vê Newrozê pêvajoya têkoşînê, ev rastî, bi rengê herî xurt raxist pêş çavan. Divê em vê yekê jî bi rengê herî xurt dewam bikin.
HELWESTA GELÊ EREB GIRÎNG BÛ
Di vê Newrozê de bêguman helwesta Ereban jî gelekî girîng bû. Li gelek bajarên Ereb, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek qadan Ereban daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Tevî Kurdan Newroz silav kirin. Îradeya rizgarkirina qadên dagirkirî ji bin dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dan. Ev gelekî girîng bû. Li ser vê bingehê peyameke gelekî girîng bû. Mîna ku min got, divê em îradeya di Newrozê de hate nîşandan ji niha û pê ve bikin îradeya berxwedan û têkoşîneke hîn xurtir û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bikin. Vê Newrozê helwest û îradeya vê yekê destnîşan kir.
EM Ê DESTHILATDARIYA FAŞÎST A QIRKER HILWEŞÎNIN
Wateya Newrozê ji bo Kurdan cuda ye. Weke min got, hinek gelên din jî pîroz dikin. Li ser bingeha pêşwazîkirina biharê pîroz dikin. Lê belê ji bo Kurdan xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Li dijî zilm û zaliman serhildan e. Newroz ji bo Kurdan berxwedaneke azadiyê ye. Raperîn e, serhildan e. Li dijî zilm û zaliman ji Kawayê Hesinkar heta niha ev Newroz bi vî rengî hatiye pîrozkirin. Ji PKK’ê û vir ve jî yanî ji sala 1973’an û vir ve pêncî sal in ev wate hîn bêhtir hatiye kûrkirin, gelê Kurdistanê bûye gelê Newrozê, ji heft heta heftê salî veguherî gelekî serhildêr, berxwedêr, raperîne û Newrozê jî bi vî rengî pîroz dike. Niha ev Newroz bi taybetî ya îsal li ser vê bingehê hate pîrozkirin. Dehaq ê vê serdemê, zalimê vê demê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst e. Newroz jî li dijî rejîma AKP-MHP’ê li hemberî desthilatdariya faşîs û qirker helwesteke xurt, serhildaneke xurt nîşan da. Ev gelekî bi wate ye. Ji aliyekî ve helwesta hilweşandina vê desthilatdariya faşîst nîşan da, pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin. Di vê Newrozê de di vê mijarê de îradeyeke xurt hate nîşandan. Got, em ê vê desthilatdariya faşîst, em ê desthilatdariya faşîst qirker hilweşînin. Îrade û helwesta vê yekê di vê Newrozê de bi xurtî hate nîşandan. Nîşanî cîhanê, dost û dijmin da. Ev bi wate bû.
HELWESTEKE XURT A TÊKOŞÎNÊ HATE NÎŞANDAN
Newroza îsal bi rastî jî ji serî heta dawî bi peyamên bi vî rengî yên siyasî dagirtî bû. Ya rast Newrozên me hemû bi vî rengî ne. Ya rast qada Newrozê ew qad e ku siyaseta demokratîk bi rengê herî xurt lê tê meşandin. Qada avakirina demokrasiyê ye. Cihê şênberbûna demokrasiya radîkal e. Newroz ew pêvajo ye ku gel yekser tevlî dibe, daxwaz û îradeya xwe nîşan dide. Qadên Newrozê rastiyeke bi vî rengî nîşan dide. Lewma jî nabe ku Newroz ji siyaseta demokratîk, ji siyasetê cuda bê nirxandin. Nabe ku Newroz ji berxwedanê ji têkoşînê cuda bê nirxandin. Nepêkane ku Newroz ji serhildanê cuda bê nirxandin. Newroz bi xwe ev e. Di vê Newrozê de jî sekneke bi vî rengî hate nîşandan. Sekneke wiha: Em ê vê desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP’ê hilweşînin. Em ê Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bi têkoşîn û berxwedana xwe ava bikin. Em ê Rêber Apo azad bikin. Yanî Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne. Ji hev nayên qutkirin. Em ê vê yekê pêk bînin. Helwest û îradeya vê yekê di Newrozê de bi rengê herî xurt hate destnîşankirin. Lewma li hemberî rejîma faşîst qirker helwesta herî xurt a têkoşîn û berxwedanê hate nîşandan. Bi vî rengî peyamên siyasî hatin dayin. Gelê me da. Ev gelekî girîng bû. Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê me peyameke gelekî xurt hate dayin.
PEYAMA YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Bêguman peyameke din a girîng jî peyama bi wate ya gelê me ku bi xurtî nîşan da, helwesta yekîtiya neteweyî bû. Bang li hemû rêxistin, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hemû beşên cuda yên Kurdan hate kirin ku yekîtiya neteweyî ava bikin. Helwesta yekîtiya neteweyî hate destnîşankirin. Li her derê sekneke gelekî xurt a yekîtiya neteweyî hate nîşandan. Lewma gelek derdoran jî peyama vê yekê dan. Gelek partiyên siyasî di vê mijarê de peyam dan. Ji partiyên Kurdî heta bi gelek dostan, heta bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî gelek peyamên girîng hatin dayin.
Di Newroza Amedê de daxwaza bingehîn a her kesî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna yekîtiya demokratîk a neteweyî ya Kurdan bû. Bang, îrade û helwesta vê yekê hate destnîşankirin. Ev gelekî bi wate bû. Di heman demê de ji bo her kesî, ji bo me hemûyan peyameke. Divê her kes vê peyama gelê me bibîne. Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk ji niha û pê ve divê karekî gelekî xurt bê meşandin. Hêzên ku xwe bidin ber vê yekê, hemû welatparêzên ku bi germ nêzî vê yekê dibin divê helwesteke di ser partî û îdeolojiyê re nîşan bidin û hesreta gelê me di vê salê de teqez pêk bînin. Li ser vê bingehê divê karekî xurt bê kirin. Em ê di vê mijarê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em ê têkoşîna vê yekê bimeşînin. Em ê karê vê bikin. Ji destpêkê ve perspektîfa bingehîn a Rêberê me ev bû, ev sîstem bû. Gelê me jî bi heman rengî. Me jî di vê mijarê de karên cidî kirin. Lê belê bi taybetî ji ber helwetsa PDK’ê ev pêk nehat. Lê belê gelê me ev jî nîşan da. Di vê Newrozê de raxist pêş çavan ku bêyî PDK’ê jî Kurd dikarin yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. PDK ji xwe niha bi roleke bêxêr radibe. Tevî dewleta Tirk a qirker tevdigere. Heta îro, heta vê saetê bi vî rengî dike. Wê demê sekna wan şênber e. Ji bilî wê, yekîtiya neteweyî ya Kurdan dikare bê avakirin. Gav bi gav kar ji bo kongreyeke neteweyî dikare bê kirin. Gelê me bi xurtî ev daxwaza xwe û îradeya xwe nîşan da.
ÇALAKIYÊN JIN Û CIWANAN BI WATE NE
Jin û ciwanan bi rastî jî mohra xwe li Newrozê xistin. Bi taybetî ciwanan sekneke gelekî xurt nîşan dan. Veguherandin serhildanekê. Li kolanan, li qadan, li gelek deveran posterên Rêbertî hildan. Bi taybetî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî qîriyan. Li dijî desthilatdariya faşîst qirker banga têkoşînê kir. Helwesteke gelekî xurt a berxwedanê hate nîşandan. Ev gelekî bi wate ye. Ez ciwanên Kurd jî pîroz dikim, silav dikim, jinan pîroz dikim. Ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi pêşengiya jin û ciwanan mezin bibe, Kurdistan teqez azad bibe û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokmratîk bibe. Vê Newrozê bi vî rengî peyameke gelekî xurt a siyasî da.
Erdhej bû mîna komkujiyekê. Li rojavayê Firatê li nava Kurdan, li nava Elewiyan bû qirkirin. Ne şaş e ku ev yek weke qirkirinê bê pênasekirin. Encameke polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bû. Lê belê me berê jî nirxand. Bêguman erdhej dibin. Tirkiye jî Kurdistan jî li ser xeta erdhejê ne. Bi taybetî li rojavayê Firatê herêma ku erdhej lê çêbû bi temamî li ser xeta erdhejê ye. Erdhej bi 7.8 pile bû, dijwariya wê gelekî bilind nebû. Li gelek herêmên cîhanê ji vê girantir erdhej çêdibin. Lê belê li gelek deveran tiştek bi kesî nayê. Ji ber polîtîkayên rantxurî, mêtingerî û desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê, felaket, komkujî û qirkirineke bi vî rengî rû da. Ji ber ku bajar neçê hatin avakirin, xweza hate talankirin, hawirdor hate wêrankirin, avahî bi malzemeyên lawaz hatin avakirin, tedbîrên erdhejê nehatin wergirtin, di roja destpêkê de destwerdan nehate kirin, saziyên dewletê hemû, artêş jî di nav de ji bo karên rizgarkirinê nehatin seferberkirin, destwerdan nehate kirin ewqas mirovan jiyana xwe ji dest dan. Di asta qirkirinê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li pêş çavên cîhanê bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov di binê xirbeyan de man. Nekarîn xwe bigihînin cenazeyan. Bajar bi erdê re bûn yek. Bi milyonan mirov neçar man ji bajar, gund û navçeyên xwe koç bikin. Bi polîtîkayeke zanebûn bi taybetî koçberî li ser Kurdên Elewî, li ser Kurdên li rojavayê Firatê hate ferzkirin. Zarokên wan hatin desteserkirin. Zarok ji tarîqatan re hatin firotin. Gelek zarokên keç an jî jin hatin revandin. Aqûbeta wan nediyar e. Yanî ji kîjan alî ve tu binirxîne yên sax jî hatin kuştin. Ya ku qewimî komkujiyek bû, qirkirinek bû. Ev hemû jî encama polîtîkayan bû. Di demeke bi vî rengî de hem ji bo gelê me ji ber erdhejê seferber bibe û tevlî karên rizgarkirinê bibe, hem jî ji bo dewlet bi hemû saziyên xwe bi artêş, polîs, bekçî tevlî karê rizgarkirinê bibe, bi şer re mijûl nebe, me biryar dan ku çalakiyan rawestînin. Me ev biryar eşkere kir. Biryareke însanî, wijdanî û exlaqî bû. Lê belê dewleta Tirk ji roja destpêkê ve şer nesekinand. Artêşa xwe bi temamî ji bo şer seferber kir. Teknîka xwe ji bo şer seferber kir. Bi balafirên bêmirov gelek herêmên ku çûyîna ji bejahî nepêkan bû dikarîbû keşif bikira û bi helîkopterê tîmên rizgarkirinê bigihanda qadê, alîkarî bida, lê belê ev nekir. Helîkopter hemû, balafirên bêmirov yên bi şer ber bi qada şer ve şandin. Berê artêşê dan qada şer. Şer bi rengekî giran dewam kir. Artêş li ser sînor, li her qadê belav kir. Artêş tevlî karê rizgarkirina li herêmên erdhejê nebû. Polîs tevlî nebûn. Alîkariya hate şandin jî hate astengkirin. Helwesteke bi vî rengî ya dijminane hate nîşandan. Ya rast bi vê biryara rawestandina çalakiyan re rûyê dewletê yê faşîst, qirker, mêtinger, talanker careke din şênber bû. Maskeya li ber rûyê dewletê kete xwarê. Biryara rawestandina çalakiyan bi vî rengî hate wergirtin. Şer ji xwe heta niha jî bênavber dewam dike.
BIRYARA RAWESTANDINA ÇALAKIYAN HETA HILBIJARTINÊ DERBASDAR E
Di rewşa heyî de Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke gelekî girîng. Pêvajoyeke hilbijartinê ye. Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo civaka Tirkiyeyê, ji bo civaka Kurd gelekî girîng e. Bi rastî jî naşibe hilbijartinên beriya niha. Wateyeke xwe ya dîrokî heye. Têkoşîna me ev desthilatdariya faşîst xistiye pêvajoya hilweşînê. Ketiye pêvajoya hilweşînê. Pêvajoya hilbijartinê jî parçeyek ji vê yekê ye. Bi vê pêvajoya hilbijartinê re eger têkoşîneke xurt bê meşandin, têkoşîn bê mezinkirin ev desthilatdariya faşîst wê 14’ê Gulanê hilweşe. Li ser vê bingehê ev hilbijartin xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Weke min got, ev parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ye, lewma me biryara rawestandina çalakiyan ji nû ve nirxand. Di pêvajoyeke bi vî rengî girîng de me ev biryar ji nû ve nirxand. Di çarçoveya girîngiya hilbijartinê ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyeyê, li gorî rastiya dîrokî ya vê hilbijartinê, me biryar da ku biryara rawestandina çalakiyan di vê pêvajoya hilbijartinê de dewam bikin, heta hilbijartinê dibomînin û piştî hilbijartinê rewşê ji nû ve binirxînin. Lewma biryara me ya rawestandina çalakiyan wê di pêvajoya hilbijartinê de dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin û nêzîkatiya xwe bi raya giştî re parve bikin.
Bêguman di vê pêvajoyê de me ev yek dît, wê ji niha û pê ve jî dewam bike. Biryargeha me ya navendî jî daxuyaniyeke girîng da. Ji dema wergirtina biryara rawestandina çalakiyan û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrîş zêde kir. Ji çekên kîmyewî heta bi bombeya taktîk nukleer û termobarîk her cûre çekên qedexekirî bi dehan caran, bi sedan caran hatin bikaranîn û têne bikaranîn. Li her derê êrîşan dewam kirin. Ji niha û pê ve jî wê dewam bikin.
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DESTHILATDARIYÊ DIVÊ SEKNEKE XURT BÊ NÎŞANDAN
Em ketin pêvajoya hilbijartinê. Li gelek deveran ev êrîş wê dewam bikin. Ji aliyê Rojava ve jî ev rewş bi vî rengî ye. Ji bo Başûr jî, ji bo Bakur jî rewş bi heman rengî ye. Êrîş wê dewam bikin. Ji ber biryara rawestandina çalakiyan divê hêzên me yên gerîla bi ti awayî xwe sist neke, divê gelê me li ti qadê xwe sist neke. Divê bi rengê herî çalak bersiva herî xurt ji êrîşan re bê dayin. Biryara rawestandina çalakiyan li pêşiya vê yekê asteng nîne. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe bi ser me ve tê. Li her derê êrîşên gelekî giran hene, li her derê dewleta Tirk êrîş dike. Li hemberî van êrîşan, li dijî her cûre êrîşan gerîla jî wê şerê herî çalak, têkoşîna herî çalak, berxwedanê bike. Di vê mijarê de wê sistbûn teqez nebe. Lê belê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de yekîneyên me yên leşkerî yên li bajaran, hêzên me yên leşkerî yên li bajaran wê bi ti awayî çalakiyan nekin. Di pêvajoya hilbijartinê de weke ku min got, ev pêvajoya rawestandina çalakiyan wê dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin.
Ez careke din dixwazim bibêjim, girîng e. Divê hem hêzên me yên gerîla hem jî gelê me banga Biryargeha me ya Navendî girîng bibînin, guh bidin. Li her derê divê amade bin. Ji ber ku ev desthilatdariya faşîst ji bo winda neke wê êrîşan zêde bike. Em baş bi vê zanin. Li hemberî vê jî wê sekn, têkoşîn û berxwedana herî xurt bê nîşandan. Wê bersiva herî xurt bê dayin. Di vê mijarê de wê dudilî nebe. Divê her kes vê yekê bi vî rengî fêhm bike.
HEVGIRTINEKE XURT HATE NÎŞANDAN
Li herêma erdhejê polîtîkayên îmha û qetlîamê didomin. Hê li gelek cihan alîkarî ji mirovan re nehatiye kirin. Bêhêvîbûn, feqîrî û koçberiyeke mezin heye. Dewlet bi qestî vî tiştî dike. Polîtîkayeke wisa heye. Bi taybetî jî van polîtîkayan li ser Kurdên Elewî û Kurdan didomînin. Ew hewl didin êdî mirov li vir nemînin. Dixwazin Kurdan ji rojavayê Firatê derxînin.
Plana Şark Islahat planeke qirkirinê ye. Bi vê planê re tê xwestin Kurd û Kurdistan bibin Tirk. Niha jî ev dewlet di vê erdhejê de vî tiştî didomîne. Li cihên ku Kurdên Elewî û Kurd lê dijîn bi taybetî tu alîkarî nehate şandin. Gelê li vir bi saya hevgirtina gel, hevgirtina saziyên sivîl ên civakî û piştgiriya wê li ser pêyan man. Bi vê re heta niha jiyana xwe didomînin. Bi van piştgiriyan re civakê jiyana xwe domand. Mînakeke hevgirtinê ya xurt hate nîşandan. Ev hevgirtin dide jiyîn. Ev rastiyek e.
BI HEVGIRTINÊ RE WÊ AVAKIRIN PÊK WERE
Bi Komkujiya Mereşê re dixwestin ku rojavayê Firatê ji Kurdan xalî bikin. Êrîşeke qirkirinê bû, bi plan bû û heta radeyekê jî gihişt armanca xwe. Bi sed hezaran kesên ji rojavayê Firatê, li her dera dinyayê belav bûn. Gelek kes çûn Ewropayê. Neçar man koçî metropol û bajarên Tirkiyeyê bikin. Hat asteke ku jiyan pêk neyê. Li van deran kêm kes man. Niha jî bi erdhejê dixwazin vî tiştî bikin.
Bi rastî jî heman polîtîka niha jî weke berdewamiya Komkujî û qirkirinê Mereşê tê meşandin. Berdewam dike. Niha divê ev were pûçkirin. Li hemberî vê jî divê ev hevgirtina civakî bi xurtî bidome. Divê mirov ji vê dewletê tiştekî hêvî neke. Jixwe ev qirkirinê dike û qetlîamê dike. Gelê me bi hevgirtinê birînên xwe dipêçe. Xwe bi hevgirtinê diparêze. Ev rastiyek e. Ji ber vê yekê divê ev hevgirtin bidome. Divê gelê me vîna xwe ya xurt biparêze. Divê sebir bike. Divê bi piştgiriya gelê me gundên wêrankirî ji nû ve bên avakirin. Di vî warî de projeyên pir bi hêz dikarin bên çêkirin. Bi piştgirî û hevgirtina gel, divê gelek gund werin avakirin. Gelek tax, bajar dikarin ji nû ve bên avakirin. Ev dikare li ser bingeha têgihîştina ekolojîk were kirin. Di vî warî de piştgirîyek pir xurt heye, hevgirtin heye, alîkarî heye. Ev hemû alîkarî dikarin bibin projeyên pir girîng. Dikarin bibin projeyên jinûveavakirinê.
Ji ber vê erdhejê jî guhertineke civakî ya cîddî heye. Di feraset, tevna civakî, sosyolojî û civakîbûnê de bi rastî jî guhertineke cîddî avakir. Sermesele li rojavayê Firatê polîtîkayeke wisa ya dewletê hebû, Kurdên Sunnî û Kurdên Elewî bîne dijberî hev, wan bikin dijmin, Kurd û Tirkan bîne dijberî hev, dijminan ava bike. Ango dînparêzî, mezhepparêzî û nijadperestiyê wekî polîtîkayeke sîstematîk li vê herêmê pêk anî. Li temamê Kurdistanê pêk anî lê li vir gelekî cîddî pêk anî. Ji ber vê li vê qadê guhertineke mezin a demografiyê pêk anî. Niha jî vî tiştî dike. Wekî parçeyekî qirkirinê vî tiştî dike di pêvajoya erdhejê de.
Di feraseta vî tiştî de jî şikestineke mezin çêbû. Niha di navbera Kurdên Elewî û Sunnî de, hevgirtin, yekbûn û nasbûnek çêbû. Di navbera Kurd û Tirk, Ereb û Tirk, Ereb û Kurdan de, di navbera gelek çand û nasnameyên etnîkî de, hevgirtina gelan, hevgirtina çandan û ya bîr û baweriyan derket holê. Ev pir girîng e. Ev bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê, civaka Kurdistanê dike. Di vî warî de jî encam derketin. Ev avakirin, li cihên ku hatine hilweşandin avakirina jiyana xwe, hevgirtin û yekbûn zemîneke xurt ji vî tiştî re amade dike. Piştgiriyeke mezin ji vî tiştî re dike. Di vî warî de divê mirov bala xwe bide vî tiştî. Ev gelekî girîng e.
Em dîsa bangî gelê xwe dikin, bila dev ji axa xwe bernedin. Divê em vê hevgirtinê veguherînin projeyên herî xurt û hemû qadên jiyanê veguherînin qadên jiyanê. Li ser esasê feraseta ekolojîk divê em vê avakirinê li her derê pêk bînin. Ev girîng e.
DÎNAMÎKA DEMOKRASIYA BINGEHÎN TIFAQA KED Û AZADIYÊ YE
Tirkiye rastî pêvajoyeke hilbijartinê ya dîrokî hatiye. Ev hilbijartin girîng e, ev pêvajo ji hilbijartinê wêdetir xwedî wateyekê ye. Ji ber ku encama têkoşîna salan, têkoşîna civakî, têkoşîna gerîla, têkoşîna siyaseta demokratîk e. Vê desthilatdariya qirker a faşîst anî asta hilweşandinê. Ev hilbijartin di vê wateyê de girîng e. Wê qonaxekê ava bike. Yanî di vê pêvajoya têkoşînê de rola Tifaqa Ked û Azadiyê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de pir girîng e. Ev tifaq wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî roleke diyarker bilîze. Rola vê tifaqê di avakirina komara demokratîk de gelek diyarker e. Divê ev tişt wisa were dîtin. Ji ber ku hêza bingehîn a demokratîk û dînamîka demokrasiya bingehîn a li Tirkiyeyê pêkhateyên vê tifaqê ne. Ew beşa civakî ye ya ku li ser hatiye avakirin. Kevneşopiya berxwedanê ye. Ev tifaq çiqas xurt bibe, berfireh bibe, çiqasî bandorê li civaka Tirkiyeyê bike wê hevgirtin, helwesteke xurt, bijardeya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî xurttir bibe. Wê demokrasî xurttir dibe. Siyaseta demokratîk wê xurt bibe. Ji ber vê yekê demokrasiya li Tirkiyeyê, avakirina komara demokratîk, zemîna ewqas xurt hatiye avakirin. Wateya wê ya wisa heye. Nabe ku mirov ji tifaqa millet a Tirkiyeyê tiştekî wisa hêvî bike. Kesên ku ji xwe re dibêjin ez çepgir im, sosyalîst û demokrat im nabe ku ji tifaqa millet pêngaveke demokratîk, gaveke demokratîk, plan û avakirina komareke demokratîk bixwaze. Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDP’ê wê komara demokratîk, Tirkiyeya demokratîk ava bike. Ev rastiyek e.
Ji ber vê yekê ev tifaq di avakirina demokratîk a Tirkiyeyê de, di avakirina komara demokratîk de xwedî roleke dîrokî ye. Wateya wê ya dîrokî gelekî mezin e, wateye wê heye û divê wisa were nirxandin. Divê helwesteke gorî vî tiştî were nîşandan.
Heya niha helwesteke wisa hate nîşandan. Ev girîng bû. Lê di van demên dawî de em hin nîqaşên bi vî rengî dişopînin, bi taybetî di vê pêvajoyê de ku em bi vî rengî nêzî hilbijartinê dibin. Di nav hin pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê de, lêgerînên cihê hene. Tê gotin ku dixwazin bi lîsteyên xwe têkevin hilbijartinê û nîqaşên wisa hene. Em ji ser çapemeniyê dişopînin. Heke niha wisa pêk were, wê Tifaqa Ked û Azadiyê qels bibe. Wê rê li ber parçebûn û kêmbûna hêzê veke, wê tifaqê qels bike.