DÊRAZORÊ – Di meşê de bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê bi hildana wêneyên Rêber APO û pankartên “Ciwan fedayiyên Rêber APO ne” û maşeleyan beşdar bûn.
Meş ji dergehê bajarokê Seba Kîlo yê rojavayê Dêrazorê dest pê kir û li çerxerêya bajarok sekinî.
Li wir, rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Suha El Seîd şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şehîd Egîd sembola berxwedan û têkoşînê ye, em jî soz didin şehîdên xwe ku heta pêkanîna serkeftinê şopdarên rêya wan bin.”
Meş bi siloganên “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.