MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fermandar Fazil Botan bi merasîmek girseyî hat bi bîr anîn. Merasîm bi tevlîbuna şeniyen wargehe, li Saziya Malbaten Şehîdan bi deqeyek rezgirtin hat despe kirin. Piştî rezgirtine Nasnameya Şehîd Fazil Botan hat xwendin û piştî xwendina nasnameye li ser nave şeniyên wargehê Robar Ilhan axivî.
Robar Ilhan di despeka axaftina xwe de di kesayeta Fermandar Fazil Botan hemu Şehîden Şoreşe Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Serokatî dibêje heval Fazil yek ji wan kesên ku berya min bibîne îdeolojiya min di rihê xwe de çand û di çiyayên kurdistanê de belav kir.”