ATÎNA – Li Atînaya paytexta Yewnanîstanê ji bo Hefteya Qehremanan û Bîranîna Kizildere çalakî hat lidarxistin.
Di pêşengiya Platforma Yekîtiya Çalakiyan a Yewnanîstanê û TCŞ’ê de li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê pîrozbahiya Hefteya Qehremanan û Bîranîna Qoserê hatin lidarxistin.
Li ser navê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê Xebat Elih axaftinek kir. Tevî Kurdan, şoreşgerên Tirk û komên anarşîst, çep û sosyalîst ên Yewnan jî beşdarî çalakiyê bûn. Sînevîzyona li ser wate û girîngiya çalakiyê hate nîşandan.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Şehîdên Şoreşê Namirin” bi dawî bû.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Şehîdên Şoreşê Namirin” bi dawî bû.