NAVENDA NÛÇEYAN – Neteweyên Yekbûyî (NY) ji dewleta Tirk a dagirker xwestibû ku heta dawiya Adara 2023’yan têkildarî qedexekirina hevdîtinên bi Rêber APO re îzahekê bike. Lê Tirkiyeyê bersiv neda, NY bixwe jî bêdeng e.
Parêzerên Rêber APO di dawiya 2022’yan de, têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û qedexekirina hevdîtinan serî li Komîteya Mafê Mirovan a NY`yê dabû. Piştî serlêdanê komîteyê diyar kiribû ku pêwîste parêzer û malbat karibin hevdîtinan pêk bînin û ji rayedarên dewleta Tirk xwestibû ku heta dawiya meha Adarê ya 2023’yan têkildarî mijarê bersiv û îzahek bike.
Dema heta diyarkirin duh bidawî bû, lê nayê zanîn ka dewleta Tirk tu bersivek daye komîteyê yan na. Li aliyê din biryara tedbîrê ya komîteyê nehatiye pêkanîn û tecrîd didome.
Li gorî agahiyên ku parêzera Rêber APO Newroz Uysal bi ajansa me re parve kirine, heta niha Komîteya Mafê Mirovan a NY’yê tu agahî nade wan, lê ji bo agahî dayîna parêzeran jî, demeke ku hatiye diyarkirin nîn e.Newroz Uysal da zanîn ku eger dewleta Tirk bersiv daye, komîte wê li ser wê bicive, nirxandina xwe bike û pişte agahî bide. Ev jî wê kengî çêbibe ne diyar e.
Komîteyê jî heta niha li ser mijarê tu daxuyanî nedane.
DU SALIN HEVDÎTIN NAYÊN KIRIN
Rêber APO ev 25 Sal in di bin tecrîdek giran de ye û zêdetirî 2 salan e jî destûr nayê dayîn ku parêzer û malbat pê re hevdîtinê çêbikin. Parêzeran herî dawiyê 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anî bû. Ji wê rojê ve bi hincetên “Cezayên disîplînê” destûra parêzaran nayê dayîn. Hevdîtina malbatê jî herî dawî bi riya telefonê pêk hatibû. Piştî çalakî û nerazîbûnên zêde, dewleta Tirk a dagirker neçar mabû ku destûra hevditina bi telefonê bike. Biyarê Rêber APO Mehmet Ocalan 25’ê Adara 2021’an bi telefonê hevdîtin kiribû, lê ew jî di nivîyê de hatibû qutkirin.
Derbarê tecrîd û qedexeyê de parêzeran li Tirkiye û qada navnetewî serî li gelek sazî û dezgehên têkildar dabû. Yek ji van saziyan jî Komîteya Mafê Mirovan a NY bû.