Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê: Qehremanê pêşeng, hunermendê mezin û hevalê dilvîn Halîl Dag

Ji boneya salvagera 15'emîn a şehadeta Şehîd Halîl Dag komîteya Çand û Hunerê ya PKK bi daxûyaniyeke wêşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/04/2023 - 11:15
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ez Ji Bo Sînemaya Gerîla Heme
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê di salvegera 15’emîn a şehadeta wî de, Şehîd Halîl Dag bi bîr anî.

“Qehremanê pêşeng, hunermendê mezin û hevalê dilvîn Halîl Dag, rojeke wek îro, sala 2008’an di kemîneke artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Lê wî jiyana xwe tev li paş xwe, weke mîrateyeke giranbuha hişt. Bi enerjiyeke zêde û hezkirineke bêdawî, li bilindahiya çiyayan 13 salan kedeke bêhempa da. Ew bû Xelîlê nivîskar, wênekêş, sînemager, Xelîlê şoreşger, gerîla, hevrêyê Rêber APO; Xelîlê Çiya; Dostê çiyayan. Ji xwe Xelîl di zimanê Erebî de wateya xwe dostê herî nêz e. Ew jî dostê herî nêz, hevalê herî durist û dilvînê çiyayan bû.

Heval Xelîl, jiyaneke layiqî navê xwe derbas kir. Digot, ‘Kamereyeke me heye û hevaltiyeke me heye.’ Wan jî têra wî dikir ku hemû çîrokên dilê xwe û dilê çiyayan bîne ziman. Bêhedan germahiya jiyanê, gurbûna şer, xatirxwestinên bêwext, ken û coşa gerîlayan û bîrhatinên wan nivîsandin. Di kêliyên herî germ ên şer de amade bû; dîmen û nûçeyên nayên jibîrkirin ragihandin; eniyeke nû ya şer vekir. Wêneyên gerîlayan ‘bi dilê xwe kişandin’; awirên çiyayî, bîranînên wan, hest, bawerî û xewn, doz û sozên wan ji me re hiştin. Bi filmên xwe çîrokên ku lê çûbûn, zindî kirin. Helbest nivîsandin; bi hestên xwe yên nazik, bi kûrahiya fikir û bîrdoziya xwe, estetîka jiyana gerîla kir wêje.

Heval Xelîl ji çiyayan hez kir, çiya û çiyayiyan jî, ji wî hez kir. Li zinarên asê, dolên kûr, lûtkeyên li ezmanan, li kap û kazên çiyayan geriya; li hemû çîrokên veşartî û nîvcomayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekê xwerû dîtin, jiya û dîmenên wan girtin, ew nemir kirin. Di kêliyên şer, çalakî, serkeftinê de jî amade bû; di rêwîtî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan de amade bû. Bi av, ax û agirê çiyayan re jiya û ji xwezaya wan hez kir. Bi her awayî bû Xelîlê Çiyayî; wisa dikarîbû sînemayeke çiyayî çêbike. Tevî hemû rewşên giran û ‘bêderfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne. Sînemaya Çiyayî, sînemaya Xelîlê Çiya bû. Sînemaya Heval Xelîl jî, sînemaya Çiyayê Kurdistanê bû; sînemaya lehengî û bedewiya Kurdan; sînemaya azadiya Kurdan, Kurdê Azad bû. Sînemaya Kurdê nû, yê qehreman ku xwe ji rewşa ‘objeyeke’ dîrokî rizgar kiriye û bûye kirdeya jiyana xwe; xwebûna xwe pêk aniye.

Heval Xelîl, di jiyana xwe de mînaka hevaltiyê bû. Di nivîs û filmên xwe de her dem cihekê cuda dida jina Kurd a Azad û Tevgera Azadiya Jinan. Lê ji cihdayînê wêdetir, bû nêrîna wê û digot; “Divê jina Kurd bi fikira xwe bikare têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cîhanê binêre. Ew çavên wê yên mezin, xweşik û awirên wê yên ku objetî rûxandî, awayê têgihîştina wê ya mirov û cîhanê dikare ji sînemaya Kurdan re pêşengiyê bike.”

Heval Xelîl hezkerê jiyanê bû; jiyana azad. Hezkerê gerîla, çiya û Rêber APO bû. Her tim hewl dida ku layiqî soza xwe ya bi Rêber APO re be. Di nivîsên xwe de behsa kelecaniya xwe ya wan kêliyên ku bi Rêber APO re derbas kirine, dike. Bi sekneke Apoyî têkoşîn û meşa xwe bi salan li çiyayên azad dewam kir.

Ew qasî jî ji rêwîtiyê û Bakur hez kir. “Rêwiyên Çiyayê Araratê” navê projeya wî ya dawî bû. Bi gerîlayan re derbasê bakurê welêt bû û ber bi bilindahiyan ve çû. Ew wisa her bilind û bilind wê biçe.

Soz û erka me, domandina rêwîtiya wî ye; rêwîtiya ber bi çiyayan, Rêper Apo û azadiyê ve. Rêwîtiya ber bi sînemaya xweser, xwecih, çeleng û azad ve. Rêwîtiya ber bi jiyan, hezkirin û hevaltiyê ve.

Weke heval û şopdarên Heval Halîl Dag, em dibêjin ku Halîl Dag nemir e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG bîlançoya şerê meha Adarê êşkerê kir

Nivîsa Pêş

Çalakiya ji bo Azadiya Fiziki ya Rêber APO di semta sê bi pêşbirkê berdewam dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çalakiya ji bo Azadiya Fiziki ya Rêber APO di semta sê bi pêşbirkê berdewam dike

Çalakiya ji bo Azadiya Fiziki ya Rêber APO di semta sê bi pêşbirkê berdewam dike

Ciwanên Kobanê dijî îxanetkaran banga ciwanên kir

Ciwanên Kobanê dijî îxanetkaran banga ciwanên kir

Manşet

  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.